Li kolanê Cizîrê nivisên sembola berxwedanê
11:36
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê ku 9 roj welatî li dijî êrîşan di bingeha parastina cewherî de ji bo polîs nekevin taxan bi awayekî kolektîf berxwedanek mezin dan meşandin gel hemû slogan û daxwazên xwe li ser diwaran nivisîn.
Navçeya Cizîrê yê Şirnexê 9 rojan hat bombebaran kirin û sekvanên taxa ser û binê hev xistin di serî de jinan û hemû gelê Cizîrê li hember êrîşan li ser piyabûn. Li hemberî êrîşê tenê çekê wan tilîlî û slogan bûn. Gel her şev bi deng derxistinê û stranên şorêşgerî gotinê, bertek nîşan didan. Şebekên telefon û înternetê hatibû birîn, gel têkili û ji bo moral bidin hev hat dîtin ku li ser dîwaran nivis hebûn. Li hinek kolanan nexşê ala YPJ û YPG'ê bal dikişandin. Qedexekirina derketina kolanan rabûye lê belê dorpeç hê berdewam dike.
Li hemû kolanên Cizîrê nivisên wiha cîh digrin:
Li girtigeha Amedê Kemal Pîr ê jiyana xwe di rojiya mirinê de ji dest dabû gotina wî ya "Em kasî di oxira wê de bimrîn ji jiyanê hez dikin", "Dem dema parastina rumetê yeYDK", "YDGK-H", "Bi rihê pêngava 15'ê Tebaxê Xweseriya demokratik ava bikin", "Jin ber bi çiyê ve", "Roj roja parastina Kurdistanê ye", "Jinên azad ber bi netewa demokrstîk", " Ji bo azadiya Serok bimeşin amadeye Cizîr", "Reberê azad, pêşeroja azad e", "Li gundê xwe axa xwe çiyayên xwe xwedî derkeve", "Ne felaket wê bi milyona kes bimere be", ""Bijî berxwedana Kobanê", "Bi rihê Bêrîvan ê xwedî li Cizrê derkev e", "YPJ teminata şoreşê ye", "Hêza pêşeng YDGK-H", "Jin jiyan azadî", "Bi heza jiyana azad DEM-GENÇ" û "Ciwanê azad Kurdistana azad e, Rêberê azad kurdistana azad e" hatine nivîsîn.
(ha/zt)