Yekitiya Star li Dirbêsiyê konferans lidarxist

11:43

JINHA

DİRBÊSIYÊ - Rêxistina Yekîtiya Star piştî Tirbespiyê û Qamişlo li Dirbêsiyê jî bi duruşma 'Ji nû ve avakirin' konferans lidarxistin. Rêvebera TEV-DEM'ê Hêlîn Ahmet diyar kir ku tekoşîna azdiyê ya bi jinên kurd despêkirî dê belavî hemû cîhanê bibe.

Rêxistina Yekîtiya Star piştî Tirbespiyê û Qamişlo li Dirbêsiyê jî bi duruşma 'Ji nû ve avakirin' konferans lidarxistin. Di konferansa 136 delege beşdarbûn de, malbatên yên di berxwedana Rojava de jiyana xwe jidest dane, rêveberên TEV-DEM'ê, endamên komunên jinan jî tevlîbûn. Di salona konferansê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yên di berxwedana Rojava de jiyana xwe jidest dane hatin hilawistin. Ji bo kesên di tekoşîna demokrasiyê de jiyana xwe jidest dane konferansê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir.

'YPJ bûye hêviya hemû cîhanê'

Rêvebera TEV-DEM'ê Helim Ahmet axaftina vekirina konferansê kir. Hêlîn da zanîn ku li çar aliyê kurdistanê êrîşên ser gelan berdewam dike. Hêlîn bilêv kir ku berxwedana bi pêşengiya YPJ'ê hatî despêkirin dê belavî hemû cîhanê bibe û wiha domand: "Li Rojava beriya şoreşê jin di nava rolek pasîf debûn, bi saya şoreşa ku li Rojava bi pêşengiya jinê hatî pêşketin de jin êdî di her qadên jiyanê de hem xwe bi rêxistin dikin û hem bi hişmendî dibin."

'DAIŞ û AKP heman hişmendiye'

Hêlîn bilêv kir ku di dema êrîşên ser Şengal û Rojava de despêkê êrîşî ser jinan kirin û wiha berdewam kir: "Xwestin di kesayeta jinan de hemû civakî teslîm bigirin. Dema ku em li êrîşên ser Cizîrê dinêrin dibînin ku hişmendiya AKP'ê û DAIŞ'ê hemane. Ji zarokê 35 rojî heya kalê 75 salî qirkirinek li wê kirin. Yên ku heya duh qala pêvajoya çareseriyê dikirin îro dest bi şer kirine. Em van êrîşan na pejirînin û li hemberî wan emê tekoşîna xwe berdewam bikin."

'Em di her qadên jiyanê de birêxistin dibin'

Hêlîn destnîşan kir ku bi hezarsalane pergala deshilatiya mêran jin kole kirine, berxwedana bi pêşengiya jinan hatî despêkirin dê belavî hemû cîhanê bibe. Hêlîn anî ziman ku dê di her aliyên jiyanê de xebatên wan yên ji bo jinan berdewam bikin û di her qadê de xwe bi rêxistin bikin.

Piştî nirxandinên Hêlîn perspektîfa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser komunê hat xwendin. Piştî xwendina perspektîfê hilbijartin hatin kirin. Piştî hilbijartinê ji bo rêveberiya bajêr Gulistan Omer Beşar, Beyan Welo û Nura Mahammet hatin hilbijartin.

Konferans bi duruşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Jin jiyan azadî" bidawî bû.

(zk-gq/zt)