Yekem encumena jin a Rihayê Emine Hacıyusufoglu jiyana xwe jidest da

12:30

JINHA

RIHA - Emîne Haciyusufoglu ya ku li Hilwanê di 1979'an de bi piştgiriya tevgera kurd weke encumena jin hate hilbijartin jiyana xwe ji dest da.

Emîne Haciyusufoglu ya ku li Hilwanê di 1979'an de bi piştgiriya tevgera kurd li dijî eşîra Suleymanan di hilbijartinên herêmî de weke encumena jin hate hilbijartin li Rihayê ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Emîne ya ku di 1945'an de ji dayik bûye li goristana Hilwanê hata definkirin û li Mala Şînê ya Yekbûn Gerger a li taxa Ahmet Ersevena navçeya Halîliyeyê sersaxî tên qebûlkirin.

Li navçeya Hilwanê ya Rihayê di hilbijartinên herêmî ya 1979'an de Nadir Temel ê ku bi serbixew kete hilbijartinan û tevgera azadiya kurd piştgirî dayê bûbû şaredar. Di lîsteya Temel de Durre Kaya, Saadet Yavuz û Emîne Yusufoglu bûbûn yekem encumenên jin ên Tirkiyeyê. Ji encumenan Durre Kaya di 9'ê cotmeha 2010'an de li Hilwanê jiyana xwe ji dest dabû, Saadet Yavuz jî li Hilwanê jiyana xwe didomîne.

(zt)