Ji salvegera berxwedana Kobanê ji bo Cizîra Botanê silav heye

14:07

JINHA

KOBANÊ - Berxwedana Kobanê ya li hember êrîşên îşkalê yên çeteyên DAIŞ'ê salek li peyî xwe hêla. Bi hezaran welatiyên ku li Kobanê ya Azad li hev kombûn gotin: "Em bi giyana berxwedana Kobanê berxwedana Cizîra Botanê silav dikin."

Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ku di 15'ê Îlona sala 2014'an de ser Kantona Kobanê ya Rojava hatî despêkirin berxwedanek dîrokî hat meşandin. Li bajarê xala hevpar ya bi berxwedana "Yên dibêjin cîhanek cuda" hatî rizgarkirin niha jî yekemîn salvegera berxwedanê tê pîrozkirin. Bi pêşengiya Tevgera Civaka Azad (DEV-DEM) ê ji bo pîrozbahiyên yekemîn salvegera berxedana Kobanê li Kobanê kombûne. Di meşê de berxwedana Cizîra Botanê jî hat silav kirin.

Girseya ku li Meydana Azadiyê kombûn pankartên weke "Em bi giyana berxwedana Kobanê berxwedana Cizîra Botanê silav dikin" û wêneyên kesên di berxwedana Rojava de jiyana xwe jidest dane hatin hildan. Meşa ku ji Meydana Azadiyê despêkir berpirsên Kantona Kobanê jî beşdarbûn. Bi hezaran kesên ji Meydana Azadiyê meşiyan piştî meşê ji bo giyanê kesên di tekoşîna Rojava de jiyana xwe jidestdane deqeyek rêz hat girtin.

'Dê vîna gelan biserkeve'

Piştî rêzgirtinê Serokê Meclisa Rêberberiya Kobanê Enwer Muslim axivî. Enwer berxwedana Rojava ya li hember çeteyên DAIŞ'ê û berxwedana gelê Cizîra Botanê ya li hember hikumeta AKP'ê silav kir û got: "Berî niha salekê ji bo îşkalkirina Kantona Kobanê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên hovane ser bajêr çêbûn. Lê bi berxwedana jin, ciwan û tevahiya gel ew êrîş hatin paşde xistin. Yên ku berî salekê dixwestin gelê Kobanê bê vîn bikin niha heman ferasetê li Cizîra Botanê didin meşandin. Roj roja vîna gel derxistina pêşe. Em dema serketina vîna gelan dijîn."

'Di vê meyîdanê de me biriyara serketinê sitandiye'

Piştî Enwre bi navê TEV-DEM'ê Ayşe Efendî jî polîtîkayên şer û qirkirinê yên ser gelê kurd berdewam dike wiha nirxand: "Tê bîra we gelê Kobanê me di vê meydanê de biriyara 'emê biserkevin' dabû. Me li vêderê biriyara azadbûnê dabû. Yên êrîşdikirin li hemberî berxwedana me biriyara rêvê dan. Em hîna li peyî biriyara xwe ya serketinê ne. Em li peyî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a îlana seferberiyê ne."

Bi axaftinan dawî li çalakiya ji bo piştevaniya Bakurê Kurdistanê û berxwedana gelê Rojava hatibû li derxistin hat.

(zt)