Li Efrînê jin perwerda tenduristiyê dibînin

14:22

JINHA

EFRÎN – Komîteya Tenduristiyê ji bo jinên komînê dewreyek perwerda tendirustiyê dan destpêkirin.

Komîteya Tendirustiyê ya Komîna Şehîd Leyla ya Taxa Zeydiyê ya Kantona Efrînê ji bo jinên komînê dewreyek perwerdê ya tenduristiyê vekirin. Derwerya perwerdeyê ji aliyê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser tê birêveberin, di nava hefteyekê de rojane du seatan perwerde tê dayîn. Bi dehan jinên taxê jî beşdarî dewreyê bûn. Di vekirina perwerdeyê de Endamê Komîteya Tenduristiyê ya Desteya Tendirustiyê Neşet Zîbarî axivî û balkişand ser girîngiya perwerdeyên tendirustê kir.

Endamên perwerdeyê dê waneyên derbarê dermankirina lezgîn, xenqandin, şewat, fetisandin, pêvedana maran û hin dersên din jî bibînin.

(zt)