Li Mêrdînê tax hatin gulebaran kirin

14:32

JINHA

MÊRDÎN- Li taxa Bariş a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê polîsan û tax gulebaran kirin û li Gurgumê di serdegirtinê mala de 5 kes hatin bin çavkirin.

Li taxa Bariş a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê duh êvarê wexta wesayîtên polîsan derbas dibun teqîn pêk hatibû 3 polîsan mirin piştî teqînê polîs û tîmên taybet hatin ciyê pevçunê taxê li hev xistin. Polîs û tîmên taybet tax gulebaran kirin, avahî û kargeh bû hedefa guleyan. Şahidên pevçûnê anîn ziman ku ew raste rast hatîn gulebaran kirin.

Li Gurgumê 5 kes hatin binçavkirin

Li Gurgum û navçeya Pazarcixê polîsan bi ser malan de girt û di nav de Rêveberê ÎHD'ê Umît Çogan jî heyî 5 kes binçavkirin. Umît li taxa Yoruk Selîm a Gurgumê di serdagirtina malê de hat binçavkirin û 4 ciwan jî li navçeya Pazarcixê di serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Gurgumê.

(ha/zt)