Ji bo lêkolînkirina êrîşên dewletê rêxistina Elewiyan tên Amedê
15:33
JINHA
STENBOL- Ji bo ku êrîş û qirkirinên ji aliyê AKP'ê ve ser gelê kurd berdewam dikin di cihê wan de lêkolîn bikin sibê rêxistina Elewiyan tên Amedê.
Federasyona Elewî Bektaşî, Komeleya Çanda Elewiyan, Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal û Weqfa Haci Bektaşî ji bo lêkolînan bikin dê Kurdistanê ziyaret bikin. Saziyan berî gerê li Weqfa Çandê ya Andolu ya Haci Bektaşî civîna çapemeniyê li dar xistin. Nûnerên saziyan, Parlementerê HDP'ê Alî Kenanoglu û gelek kesên din tevlî civînê bûn. Li ser navê saziyan Serokê Giştî yê Federasyona Elewî-Bektaşî Bakî Duzgun di civînê de axivî û wiha got: "Em ji PKK'ê demildest bêşert agirbestê îlan bike, ji dewletê bêşert û demildest operasyonan rawestîne û ji Serokomar jî dest ji zimanê rageşiyê berbide dixwazin."
'Werin em nehêlin diz welatê me ber bi felaketê ve bibin'
Bakî diyar kir ku divê ji Mutabakata Dolmabahçe ya di 28'ê sibata 2015'an de di navbera hikûmet û nûnerên HDP'ê de hatî îlankirin vegerin û wiha axivî: "Yên vê yekê nekirin dê berpirsiyarê şerê navxweyî bin. Em dixwazin welatê me ber bi felaketê ve nebin. Di 7'ê hezîranê de me koalîsyon pêk anî lê disa bi lîstikan welat ber bi hilbijartinê ve dibin." Bakî anî ziman ku yên li Oremar û Îdîrê jiyana xwe ji dest dan zarokên gel bûn û tu armanc mirina rewa nakin. Duzgun da zanîn ku mirinên polîs û leşkeran dikin hincet û berdêlê wê bi gelê kurd didin jiyîn û wiha pê de çû: "Bi vê hincetê li hemberî gelê Cizîrê û bajarên din berdêl girtin bi tu wijdan û edaletê nayê vegotin."
Bakî da zanîn ku yên li welat perçebûnê pêk tînin kesên di civakê de cudahiya kurd, tirk, sunnî û elewiyan dikin in û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Cudakariya sereke astengkirina mirov bi zimanê xwe perwerdehiyê bibin e, baweriya mirovan diber dîtin e û civakê yekparetî dîtin e." Duzgun destnîşan kir ku weke elewî hêşa hemû gel hîs dikin û wiha got: "Ji Kerbelayê heya niha hemû daxwazên mafan bi zext, tî, asîmîlasyon û astegiyan pêk hatin û elewî vê êşê baş dizanin. Tiştên îro li Cizîrê pêk tên em li Gazzeyê dibînin."
(zt)