Oya Baydar: Dibe ku sibê pir dereng be em dibêjin bila aşîtî niha pêk were

17:54

JINHA

ŞIRNEX- Heyeta ku ji jinên rewşenbir û niviskarên jin pêk dihat Cizîrê ziyaret kirin. Li ser navê heyetê nivîskar Oya Baydar axivî û da zanin ku ew ji tiştê ku li Cizirê dîtine matmayî mane û wiha got: "Cizîr weke ku ji alî dijminek ve hatibe dagirkirin. Pêdiviya me bi aşitiyê heye. Dibe ku sibê pir dereng be em dibêjin bila aşîtî niha pêk were.”

Hevgirtinan Jinan a ji bo Aşitiyê hatin Cizîrê. Heyeta ku di navê de akademisyen, nivîskar, karmend, bijişk, parêzer, siyasetmendar jî hebûn di despêkê de haitin mala Gel a Cudî û tevlî mewluda 21 kesên ku ji aliyê dewletê ve hatibûn qetil kirin bûn. Li vê derê ji bo şehîdê azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li vê derê nivîskar Oya Bayar axivî û diyar kir ku ew ji rojavayê Tirkiyê hatine ku êşa jinên Cizîrê parve bikin û wiha axivî: “Demeki me nedit û ne di bihîst lê niha em dibînin û dibîhizin êdî mafê me ku em bêdeng biminin tune ye” Oya da zanin ku wan êşa kesên nikaribûne herin nexweşxanê û cenezayên ku bi rojan nehatine defin kirin di dilê xwede hîs kirine û loma hatine û wiha pêde çû: "Em hatin ku qîrîna ji Cizîrê bilind dibê û dibêje ji vî şerî re êdî bese bi hemû dinyayê bidin gûhdar kirin.”

‘Em dixwazin ne êşê kêfxweşiyê parve bikin’

Oya desnişan kir ku ew niha êşê parvedikin lê eger destê xwe bidin hev karin kêfxweşiyê jî bi hev re parve bikin û ev tişt got:"Çawa hesrata Cizîrê bi aşitiyê heya wisa hesreta Stenbol, İzmir, û Antalya jî heye.” Oya herî dawî bang li her kesî kir da ku dengê xwe li hember kirinên Cizîr, Şirnex, Fatqîn û Licê derxin û wiha dawî li axafitinên xwe anî: “Pêdiviya me bi aşitiyê heye. Dibe ku sibê pir dereng be em dibêjin bila aşîtî niha pêk were.”

Piştî axaftinê heyet bi xizmên jinên ku jiyana xwe ji dest dabûn re hatin cem hev. Heyet piştî hevdîtinê bi alabatan re tevî Hevseroka Şaradariya Mêrdînê Februnîye Akyol Atay û 10 hevserokê şaradariyê navçeyên Mêrdînê, parlementerên HDP’ê Aycan İrmez, Mizgin Irgat, Hatice Sevip Tekin û Ali Atalan, disa hevşaredara Cizîrê Leyla İmret ku ji peywirê hatiye durxistin bi heyetê re li taxa Nurê geriyan. Heyet piştî gera xwe ya Nûrê li ber avahiya HDP’ê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Li vê derê jî nivîskar Oya Bayar disa axivî û diyar kir ku ew li rewşa Cizîrê matmayî mane û ev tişt got:” Me digot qêy em di zanin lê me dîti kum e tiştek nizanin. Ev der dişibê cihekî ji aliyê dijmin de hatiye dagir kirin. Ev der hatiye şewitandin û xerab kirin ji îro pêde gelek kar dikeve ser milê me.”

‘Dayik tenê aşitiyê dixwazin’

Piştî Oya siyasetmedar Nesrin Nas axivî. Nesrin diyar kir ku wan li vê derê wate aşitiyê bêhtir fam dike û wiha got: “Li vê derê kesê ku zarokê xwe winda kirine tenê gotinek dibêjin ew jî ‘aşitî’ ye. Em hatin ku em çarikê xwe bi hev bi guherînin lê wan vî jî qebûl nekir û gotin aşîtî.”

(ma-pk/zt)