Ji bo ti dayîkên dinê negirîn canê xwe kirine mertal
11:22
Beritan Canozer / JINHA
AMED - Li gundê Hurê li hember operasonên leşkeran çalakiya mertalên zindî despêkiriye. Sakine Atli ya ku di nava çalakiya mertalên zindî dene bang li her kesê kir ku ji bo ciwan nemirin canê xwe bikin mertal.
Çalakiya mertalên zindiya li hember operasonên leşkeran, çêkirina qereqol û kalekolan ku li gundê Hurê yê sêgoşeya Lîce, Hanî û Karazê hatî despêkirin berdewam dike. Ji navend û navçeyên derdorê beşdariyek zêde çêdibe, li gel wê ji aliyê Tirkiyê jî tevlîbûn zêdeye. Sakine Atli ya ku li gundê Hurê di çalakiya mertalên zidî dene da zanîn ku ji bo mirov nemirin û ji ser axa xwe koç nekin ew beşdarî çalakiya mertalên zindî bûye.
'Em axa xwe teslîmî dijiminan nakin'
Sakine destnîşan kir ku ji bo beşdarî çalakiya mertalên zindî bibe ji Bismilê hatiye Haniyê û wiha domand: "Me gelek ji dewletê dît, lê em netirsiyan û emê netirsin. Em her dem alîgirên aştiyê ne, lê dewlet her dem bi tang û topan bersiva bangên me yên ji bo aştiyê didin. Zarokên me qetilkirin, em di qirkirinan re derbas kirin lê me gelê kurd ticarî serî netewand. Bi vî halî dê heya ku biçin? Em naqedin, yek ji me diçe em deh cîhê wan digirin. Berê dihatin em ji gundên me derdixistin. Em ne tirsiyan û me gundê xwe bernedan. Gundê me şewitandin, wêran kirin zarokên me girtin birin lê me dest ji gundê xwe berneda. Ser vê axê xwîna zarokên me hene. Zarokên me ser vê axê tekoşîn kirin û li ber xwe dan. Emê vê axa ku wan di oxira wê de canê xwe fedakirî teslîmî dijminan nekin."
'Ciwanên me li ku bimirin emê jî li wê bimirin'
Sakine bilêv kir ku qet terora dewletê neqediyaye û wiha berdewma kir: "Gelê kurd heya niha ji dewleta tirk aramî nedîtiye. Tiştên ku di salên 90'an de kirin niha dixwazin carekdinê bikin. Tên gund dibêjin 'Vêderê biterikînin.' Weke ku em di malên wan de runiştine û emê malên wan carekdinê li wan vegerînin nêz dibin. Ciwanên me li ku bimirin emê jî li wê bimirin. Yên ji me hez nekin em jî ji wan hez nakin. Me bi dehan caran gotiye em wan naxwazin lê naxwazin têbigihin."
'Dema topan jî bavêjin em na tirsin'
Sakine anî ziman ku li hember şerê dewletê dayî despêkirin 22 rojin ew tevlî çalakiya mertalên zindî bûye û wiha dom kir: "Ew bi çekên giran û topan jî êrîş bikin em natirsin. Ji bo ku kes nemirin em li vêderê ne. Bese êdî qetilkirina mirovan. Ew difikirin ku dê me têk bibin, yan jî emê aliyê xwe biguherin. Bê xwestin emê canê xwe û her tiştên xwe feda bikin, lê emê ji vê rêyê venegerin. Hemu yên li vêderê weke min difikirin. Ev çend rojin em bi hev re dixwin, vedixwin, bi hev re radikevin radibin. Hinek ji me dibe ku em bi heman zimanî ne peyîvîn lê bi heman armacê li vêderêne. Emê desturê nedin ne leşker û ne jî gerila bibin qurbanê van lîstokan."
(zt)