Ji jinên ciwan banga tekoşîna hevbeş

12:39

JINHA

ENQERE - Jinên ciwan li hember qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê xistîn meriyetê û bi wê re qirkirinên sivîlan nê berdewam banga baldariyê kirin. Jinan balkişandin ser bi konsepta şer re qirkirinên sivîl û zarokan ên tên berdewam kirin û xwestin şer bi dawî bibin.

Jinên ciwan yên zanîngehanb li hember qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê xistîn meriyetê û bi wê re qirkirinên sivîlan ên berdewam dikin banga baldariyê kirin. Jinên Genç-Sen, Dev-Genç û Dem-Genç ê li hember qirkirinên sivîl û zarokan ên bi konsepta şer re berdewam dikin banga hestiyariyê kirin. Jinan diyar kirin ku divê şer bi dawî bibe û jin hemû dengê gelê Kurdistanê bibin dihîstin. Endama Dev-Genç ê Seda Kaya niha li her devera Tirkiyê amadekariyên vebûna dibistanan tên kirin, lê li Kurdistanê ne diyare dê kengê dibistan bê vekirin û tiştên divê li dibistanan bên kirin li ser gotinstanan tên kirin.

Seda da zanîn ku zarokên 7, 13 salî qetilkirine û neçarkirine dibin degê topbaranê de rakevin û wiha domand: "Di demên nediyar de qedexeya derketina kolanan çêdibe. Zarok tên qetilkirin û cenazê wan di bozdolabiyan de tên girtin. Derdikevin televizyonan dibêjin ji bo aştî û aramiyê me li vanderanin, lê her roj mirov tên qetilirin. Dayîk zarokên xwe yên hatîn qetilkirin hefteyekê nikarin bipsêrin axê, di nava canê wan de parçeyên guleyan hene, ji bo bedena wan xiranebe dixin bozdolabiyan. Li vêderê xwendekarên nû dest bi zanîngehê dikin hene. Lê li Kurdistanê tiştek wiha nîne. Dê kengê dibistan bên vekirin ne diyare. Ji zarokên seretayî heya zanîngehan mafê zarokan ê xwendinê ji destê wan hatiye girtin. Em ser heman axê dijîn. Em yên li ser vê axê dijîn hemû Kurdistanî, Elewî û ji Deriya Reşin. Em çavên xwe ji bûyerên li Kurdistanê diqewim re nagirin, em ji xwendekarên tên li vêderê dibihîsin."

'Pêvajo ser ciwanên kurd giran bûye'

Endama Dev-Genç ê Eda Kaya jî axivî: "Îro cardin li Tirkiyê ser gelê kurd qirkirin hene. Ferqa kurd û tirkan nîne, di tevahiya dîrokê de gelê kurd di qirkirinan re derbas bûye. Niha tiştên li Cizîrê tên jiyîn ser milê ciwanan giran bûye. Hewildidin tevgera gelê kurd ji aliyê polîtîkayê derxînin ji bo wê her tiştî dikin. Weke ku ne ser xwe bin her tiştî dikin û êrîşî her kesê dikin. Lê ev kirin ne cara yekê ye derdikevin dikên dîrokê. Ji bedena zarokê 12 salî 13 gule derxistin. Di nava civakek zarokên 10 salî tên gulebaran kirin de her kes bê baldarî tevdigerin, ji yên baldar jî aciz dibin."

Eda bilêv kir ku her dem ji bo pêşîlêgirtina van kirinan û bi gelên li Kurdistanê re jiyînê di van aliyan de paşde hêlanek heye û wiha berdewam kir: "Welatiyên tên pemtopolan an ji ber kurdin an jî dişibin kurdan tên qetilkirin û lêdanê dixwin. Ciwanên wiha bi binhişiyek wiha mezin dibin dê çawan mirovnê dinê bifikirin. Dema ku em li vêderê perwerda zaniyariyên demokratîk dixwazin, ciwanên li Kurdistanê dijîn taleba xwendin û axaftina bi zimanê dayîka xwe dikin. Ji xwe yên perwerda zaniyariyên demokratîk dixwazin hene. Divê em niha zarok, ciwan, kal û her kesê guhdar bikin. Her devera ku deshilatî lingê xwe diavêjitê her kêliyê dikare mirovan qetilbike. Ji ber ku tu li hemberî wanê. Niha rojeva me Cizîre, berê jî Lîce û Amed bû."

'Divê ev şerê qirêj bi dawî bibe'

Endama Genç- Senê Jale Şule Tunç jî bilêv kir ku AKP û DAIŞ bi pilîtîkayek hevpar hewildidin li Kurdistanê qirkirinan bikin û wiha got: "Li Cizîrê 23 sivîl qetilkirin. Niha ciwanên li aliyê Tirkiyê dest bi jiyana xwe ya xwendinê kirine. Lê ji ber ku ciwan û zarokên Kurdistanê dinava şer de dijîn hîna jiyana wan a xwendinê despênekiriye. Ji aliyê AKP'ê ve mafê wan ê xwendinê ji destê wan hatiye girtin. Ne tenê mafê xwendinê mafê wan ê jiyanê jî ji destê wan hatine girtin. Ji bo wê jî divê dawî li vî şerê qirêjê ji aliyê AKP'ê ve hatî despêkirin bê."

'Gelê Kurdistanê berxwedan mezin kiriye'

Endama Dem-Genç ê Atiye Eren jî di derbarê berxwedana li Kurdistanê berdewam diki de wiha axivî; "Deshilatiya hikumeta AKP'ê ya faşist ser gelê kurd didin kirin mafê mirovan ê herî xwezayî ji destê wan digirin. Niha li metopolên Tirkiyê her tişt normal kirine. Lê li Kurdisanê her der xistine nava çembera şer û gulebaranê." Atiye bilêv kir ku divê li hember qedexeya derketina kolanan, qirkirina sivîlan û polîtîkayên îmhayê baldarî hebe û tekoşîn bê kirin. Atiye bang li hemû jinan kir ku bi gelê kurd re dinava şêwirmendiyê debin.

(zt)