Lingê Yusuf jî jêkirin
12:48
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê roja qedexeya kolanan rabû bombeya polîsan li pey xwe li taxan hiştî teqiya û di encama teqînê de zarokê bi navê Yusuf Şik (13) birîndar bibû û di encamê de destê wî yê rastê ji zendê jêhat kirin û di encama emeliyetê de piyê wî yê çepê jî ji çok jê hatkirin. Yusuf 6 rojin di beşa lezgînî de tê girtin û rîska wî ya piyê rastê jî jê bêkirin heye.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 4'ê îlonê de qedexeya kolanan hat îlankirin û heya 12'ê îlonê serê sibê berdcewam kir. Di 8 rojan de polîsan bi çekên giran êrîş li gelê Cizîrê kir û piştî qedexeyê polîs ji kolanan vekişiya û li pey xwe gelek madeyên teqemeniyê hiştin. Li taxa Nur di encama madeyê teqiya zarokê bi navê Yusuf Şik (13) bi giranî birîndar bibû. Di encama teqînê de destê Yusuf ê rastî ji zendê jê bibû û piyê wî yê çepê jî zirarek mezin dîtibû. Piştî mudaxeleya yekemîn a li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê hatibû kirin. Dema ku bavê
(zt)