Di derbarê Pinar Aydinlar de lêpirsîn hat vekirin
13:06
Îlon
17
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber axaftinên wê di derbarê Hunermend Pinar Aydinlar de lêpirsîn hat despêkirin.
Bi hinceta axaftinên wê yên di pêvajoya hilbijartinên 7'ê Hezîranê li ber avahiya HDP'a Îzmîrê de di derbarê Hunermend Pinar Aydinlar de lêpirsîn vekirin. Di çarçova lêpirsîna hatî vekirin de nirxandinên wê yên di derbarê tekoşîna jinan, berxwedana Kobanê, YPJ/YPG'ê de cîh digire. Pinar dê îro biçe dozgeriyê û îfade bide.
(zt)