Mêrê şîdet li hevsera xwe kir bi parastina cewherî hat ceza kirin

09:14

JINHA

EDENE - Li Edeneyê mêrê ku şîdet li hevsera xwe kir pêşî hat şiyar kirin piştî ku negirt dîqetê ji hêla yekîneya parastina cewherî YDG-K ve hat ceza kirin.

Li dijî şîdeta li ser jinan çareseriya herî bi bandor ji aliyê jinên parastina cewherî YDG-K ve tê pêk anîn. Jinên ciwan berî demek bi daxuyaniyek "Mêrê ku li dijî jinan şîdetê pêk tîne dê bibe hedefa me be", li ser vê yekê mêrê ku li taxa Gûlbahçe a navçeya Seyhana Edenê şîdetê li dijî hevjîna xwe pêktanî hat cezakirin. Li gorî agahiyên hatine wergirtin C.A yê ku 4 sale bi Î.A re zewiciye her dem rastî şîdetê fîzîk û psîkolojî hatiye. Li ser serlêdana C.A yekîneyên parastina cewherî YDG-K hevserê wê Î.A 3-4 hefte hişyar kir.

Î.A yê ku hişyariyê negirt dîqetê ji aliyê yekîneyên parastina cewherî ve heya soz da ku cardin şîdetê pêk neyîne lêdan xwar û hat ceza kirin.

Jinên YDG-K ji jinên ku rastî şîdetê tên daxwaza serlêdana wan hat kirin, diyar kirin ku ew ji bo parastina hemû zeyandan têkoşînê dikin.

(rc)