Di cejna qurbanê de ji bo Rojava banga alîkariyê
09:41
JINHA
AMED - Komela Şêwirmendî û Piştevaniya Rojava di cejna qurbanê de banga ji bo qurbanê xwe şandina Rojava kirin.
Komela Şêwirmendî û Piştevaniya Rojava di cejna qurbanê de banga ji bo qurbanê xwe şandina Rojava kirin. Endamê Rêveberiya Komeleyê bang li hemû kurdan, gelên li Tirkiyê û heta yên li Ewrupayê dijîn kirin ku alîkariya xwe bigihînin Rojava. Naim da zanîn ku her kes dikarin ser komeleya wan re qurban û alîkariya xwe ji bo Rojava bişînin. Naim bilêv kir ku piştî şer di pêvajoya avakirinê de alîkariya her kesê girtinge.
Endamê Komeleyê Huseyin Durmaz jî anî ziman ku gelê dixwazin alîkarî bikin dikarin ji der heseba komelê razînin û wiha domand: "Weke ku hun jî dizanin gelê Rojava penaberin û pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Wê rewşa wan Awrupayê û gelê Tirkiyê rakir piya. Ji sedema nêzbûna cejna qurbanê em destê xwe dirêjî gelê Rojeva bikin. Birastî pêdivî heye û ne tenê gelê Tirkiyê divê gelê cîhanê jî baldarbin. Xwesteka me alikariyê bidin gelê Rojava ye. Hemû kesên ji xwe re dibêjin ez mirovim û di cejna qurbanê de dixwazim zarokan dil xweş bikim em li benda alikariya wanin."
Narin Fandoglu ya ku bidildarî di komeleyê de dixebite jî bilêv kir ku wan ji bo cejna qurbanê kampanya sewalên zindî da dest pe kirin û wiha berdewam kir: "Ji ber ku di şerê li Kobanê de sewalên hatin qirkirin ji bo gelê Rojava dikari bibin debara xwe bikin. Yên dixwazin alikarî bikin dikarin pere li ser hesabê komelê razînin û ên sewalên zindî bînin dikarin bibin Sumerparkê ji gelê rojeva re bişeynin."
Cihê komele û Şaredariya Bajarê Mezinê Amedê bi hev re ji bo serjêkirina qurbanan diyar kirî wihane; Toplu Konut Yenişehir, Ofis, Çukurlar, Parka Koşuyolu ya Rezan, Sento Caddesi, li nava Surê li ser rêya Mêrdînê di nava Guler et kombisinin de li ser rêya Rihayê ya Peyasê, Li nava Taxa Peyas ê li ber liseya İmam Hatip dê qurban bên serjêkirin.
Hesabên Komela Şêwirmendî û Piştevaniya Rojava wiha ne;
Email: rojavadernegi@outlook.com
Twitter:@rojavadernegi
Web:www.rojavadernegi.com
Hejmara tlf: 0412 229 17 86
HALKBANK OFÎS/ŞUBA AMEDÊ
TL Hesab hejmara Îban - TR67 0001 2009 3250 0016 0001 42
USD Hesaba hehmara Îban - TR76 0001 2009 3250 0053 0001 45
EURO Heseba hejmara Îban - TR14 0001 2009 3250 0058 000059
(ha/zt)