'Destên xwe yên bi xwîn ser me bikşînin'
10:35
JINHA
WAN - Jinan bertek nîşanî dorpêça polîsan a li taxa Xaçort û Şehît Firat da û hêrsê xwe li dijî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha dan: "Destên xwe yên bi xwîn ser me bişkşînin."
Taxa Xaçort û Şehît Firat a Wanê nêzî du mehan di bin dorpêça polîsan de ye. Jinên ku bertekê xwe nîşanî dorpêça polîsan da û diyar kirin ku polîs heya nîvê şevê bi êrîşên xwe taxê rihetsiz dikin. Jina bi navê Aynur Evînç anî ziman ku di encamê guleberdana polîsan deriyê malê kunbûye û ji ber bombeyê gazê ew nikarin derên kolanê.
'Polîs bi aweyek keyfî taxê dorpêç dikin'
Leyla Duman jî da zanîn ku ji meha Remezanê heya niha tax di bin dorpêça polîsan de ye û anî ziman ku polîs malê wan hedef digre û bombeyên gazê davêje. Leyla got: "Polîs dema ku buyerek tune be jî ew tên taxê û bi aweyek keyfî gule berdidin û bombeyên gazê davêjin. Dema ku Vedat Balik qetilkirin sibê zû hatibûn û ji bo ku delîl ji holê rakin guleyên ku berdabûn ji nûve berhevkirin. Bi vî aweyî hewldan ser qetilamê bigrin." Leyla destnîşan kir ku ew ê li hember qetilamên ku pêk tên bê deng nemînin û wiha domkir: "Em ê xwedî li nirxê xwe derên. Em dibêjin êdî bese. Li beramberî hemû êşan em hîna ji bo aştiyê diqîrin. Bila Erdogan û polîs destên xwe yên bi xwîn ser me bikşînin."
'Em ketin Meclîsê hîna me napejrînin'
Meryem Abî diyar kir ku her şev tax ji aliyê bi dehan TOMA û wesayîtên zirxî akrep ve tê dorpêç kirin û ji ber vê du mehin zarokê wan nikarin derên derve. Meryem wiha domkir: "Hûnê heya kengî wiha nêzî me bibin. Em ketin Meclîsê hîna me napejrînin. Eger Erdogan niha li Meclîsê be bi saya dengê Kurdan li wire. Me wî bir wir niha jî li hember me van kiryaran dike. Ji zarokên biçûk çi dixwaze. Qet vîjdanê wan nîne bi çavê dijmin li me hemûyan dinêrin."
(rc)