Şaredariyên hatine rizgarkirin tên aktîfkirin
10:50
JINHA
QAMIŞLO - Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan plan kiriye ku şaredariyên herêmên hatine rizgarkirin, aktîf bikin û sîstema xebatê bi wan bide nasîn.
Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Cizîrê ji bo ku şaredariyên herêmên ku ji çeteyan hatin rizgarkirin, akîtîf bike kar û xebatên dide meşandin. Ev gav ji bo ku welatî werin birêxistinkirin, alîkariya wan were kirin û rewşa wan a xizmetguzarî were pêşxistin, dê were avêtin. Rayedarên desteyê jî ev tişt anîn ziman. Herêmên ku dê werin aktîfkirin, sîstema rêveberiyê lê were pênasekirin û berpirsyartiyên wan werin zelalkirin ev in: Çiyayê Kizwana, Til Berek û Aliya. Ji bo ku derbarê van herêman de lêkolîn werin kirin, desteyê komîteyên taybet ava kirin da ku makanîzmeya kar û xebata van şaredariyan bidin nasîn û jinûve rola wan aktîf bikin. Tê payîn ku şandeyek Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan biçe van herêmên ku navên wan hatin rêzkirin û vê erkê bi xwe pêk bînin. Piştî vê serdanê û piştî ku lêkolînên derbarê rewşa şaredariyan û pêdiviyên wan de bidawî bibin, wê komîte dest bi karê xwe bikin.
Girêdayî mijarê Cîgira Serokê Desteyê Sema Bekdaş zelal kir ku deste ji bo sîstema xwe bi hemû herêman bide pênasekirin xebat daye despêkirin. Sema da zanîn ku ji bo tecrûbeya xwe veguhezînin Şengalê ew amade ne.
(rc)