Penaber bi hêviyan dikevin ser rêya mirinê

10:59

Ceren Karlıdag/ JINHA

İZMİR- Ji Tirkiyê ber bi Yunanistanê ve her roj herî kêm 600 penaber dikevin ser rêya mirinê. Gelek caran bi binavbûna botan gelek penaber jiyana xw jidest dedin. Bi bot û êlegçn suxte dikevin ser rêya mirinê.

Piştî şerê navxweyiyê Suriyê di sala 2011'an de ji 2 milyonan zêdetir mirov koçber bûne û li welatên derdorê cîh girtine. Li Gorî Netewên Yekbûyî di bîst salên dawî de herî zêde qirîza penaberan di nava vê sala dawiyê de bûye. Li gorî rapora NY yê penaberên neçar mane welatê xwe biterikînin ji sedî 800 zêde bûne û ji wan jî 400.000 ji derveyî kampan dimînin. Lê li gorî hijmarên AFAD'ê sê qat zêdetirin.

Îzmîr yek ji bajarê herî zêde koçberî lê zêdeye. Ji ber ku Îzmîr di rewşa deriyê xwe ji Ewrupayê re vekirî deye. Di wî deriyî re derketin ketina ser rêya mirinê ye. Gelek caran li ser Zeriya ya Egeyê hîna rêwîtî neqediyayî gemiya penaberan binav dibe, bîlançoya di şeran de xiratir a mirina mirovan li peravên zeriyayê dixwiyên. Hema her roj li ser botên plastîk penaber ber bi Yunanistanê ve dikevin rêwîtiyê. Gelo ev rêwîtî çawan despêdike û ew mirov kîne?

'Girêdana wê bi herêmên şer lê heye ve girêdayiye'

Êdî mirov ji ser cîh û warên wan koçkirin û xistina ser rêya mirinê bûye weke şirketek a ticaretê. Bi giştî komên mirovan ên ji 10-15 kesan pêktên dikevin ser rêya penaberiyê, rêya mirinê ji herêmên şer koç dikin. Penaber koçî nîvgiravên Yunanistanê dikin. Li cihê botan gelek caran li gemiyên xirabe tên siwarkirin. Ji bo ku penaber bikarin bi gemiyan rêwîtiyê bikin divê herî kêm 2 hezar Euro hebin, êdî bihayê jiyana wan bi mal tê kirîn û firotin. Şirketên sîgortayan jî wan di xapînin û di şelînin.

'Botên ku 10 kes dikevinê 30 kesan lê dikin'

Dema ku şerê li Suriyê giran dibe bi wê re hijmara penaberan jî zêde dibe. Piraniya Suriyeyiyên li Îzmîrê li Basmane dijîn, li wê mirov bi şev dikare mirovên dikevin nêçîra penaberan bibînin. Yên ku dixwazin ji penaberan feyîdê bigirin bi 10 hezar TL yan botekê digirin. Ji bo ku ji perê dayîn bi botê du car heya zêdetir qazanc bikin li cihê 10 kesan 20-30 kesan siwar dikin. Bi giştî ji deverên weke Bodrum, Datça û Çeşmeyê diçin.

Li gorî Komiseriya Netewên Yekbûyî di pênc mehên despêkê yên sala 2015'an de hijmara mirovên rêwîtiya ser deriyayê kirî ji sala bûrî 6 qat zêdetire heya gihaye 42 hezaran. Li gorî wê rojê ji Tirkiyê 600 penaber derbazî Yunanistanê dibin. Di sala 2014'an de bi giştî 43 hezar û 500 penaber ji Tirkiyê derbazî Yunanistanê bûn. Di pênc mehên despêkê yên sala 2015'an de hijmara penaberên derbas bûne gihiştiye 6 hezar û 500'an.

(zt)