Bi nûçeya 'ensest' ê Xelata Gurbetelli Ersoz dan JINHA yê
12:19
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Encamên 'Xelata Çapemeniyê ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad' hatin diyar kirin. Xelata Nûçegihaniya Jinê ya Gurbetelli Ersoz dan Nûçegihana JINHA yê Handan Tufan, ji Beşa Nûçeyên Tirkî jî xelat dan Nûçegihanê DÎHA yê Nedim Turfent.
Encamên 23'emîn "Xelata Çapemeniyê ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad" a ku ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Azad ve hatî amadekirin diyar bû. Li gorî encamên pêşbaziyê bi nûçeya "ensest" Xelata Nûçegihaniya Jinê ya Gurbetelli Ersoz dan Nûçegihana ajansa me Handan Tufan, ji Beşa Nûçeyên Tirkî jî bi nûçeya "Bu devlet îşte bûnû yapti" xelat da Nûçegihanê DÎHA yê Nedim Turfent. Xelata Juriyê ya Tayîbet jî bi nûçeya "Emê serê we bibirin" dan Nûçegihanê Rojnama Evrenselê yê Amedê Hasan Akbaş.
Encamên pêşbaziyê wihane;
Ji Beşa Nûçeyên Kurdî
Rojnamevan Gokhan Altay bi nûçeya xwe ya bi navê "Ji bo mîtînga AKP'ê gefa lêpirsînê ya li karsaz" bû yekemîn, rojnamevan Îbrahîm Bûlak bû duyemîn û rojnamevan Nûrşen Butuşeba hêjayî xelata teşwîkê hat dîtin.
Ji Beşa Nûçeyên Tirkî
Nûçeya Nedîm Turfent a bi serenavê "Vê dewletê vaye ev jî kir!" bû yekemîn. (Nûçegihanê Ajansa Nûeçyan a Dîcleyê yê Colemêrgê). Hasan Akbaş jî xelata taybet a Jûrî bi dest xist. (Nûçegihanê Rojnameya Evreselê yê Amedê)
Karîkator
Berhema Aşkin Ayrancioglû ya bi navê "Selfiya Aştiyê" û berhema Mûsa Keklîk a bi navê "Hilbijartin" hêjayî xelata yekemîniyê hatin dîtin. "Deşîfrasyon" a Mahmût Ûlûsan jî hêjayî xelata taybet a jûrî hat dîtin.
Wêne
Du wêneyên Ramazan Seykan ên bi navê "Provokasyona bi xwîn" hêjayî xelata yekemîniyê hat dîtin. (Nûçegihanê Rojnameya Guneydogû Ekspres). Wêneyê koça ji neçarî yê bi navê "Sînorê Kobanê-Pirsûs" ê Welat Cîn hêjayî xelata taybet a jûrî hat dîtin.
Nûçeyên bi dîmen
Ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Azad ve dê di 21'ê Îlonê de li Wanê merasîma xelatdayînê hatibana çêkirin. Lê ji ber şerê li Kurdistanê hatî berdewam kirin û rewşa awarte ya ku berdewam dike merasîm taloqî 15'ê Mijdarê hat kirin.
(zt)