Heyeta Îtalyayê: Dîmenên li Cizîrê Kobanê anî bîra me

12:46

Zehra Dogan-Pîroz Zırıg /JINHA

ŞIRNEX - Heyata Îtalyanê li Cizîrê dest bi lêkolînê kir û gotin: "Dîmenên li Cizîrê Kobanê anî bîra me" û dan zanî ku ew ê bûyerên ku li Cizîrê hatiye jiyan kirin bi raya giştî a cîhanê re parvebikin.

Heyeta Îtalyayê a ku di navde parêzer, rojnamevan, nûnerên civaka sivîl û tenduristî jî heyî, ji bo lêkolîna 9 roj ya dorpêça li ser Cizîr û qetilkirina sivîlan lêkolîn dan despêkirin. Heyet bûyerên ku li Kurdistan û Cizîrê tên jîn di cih de wê lêkolîn bike û bûyerên hatine jîn dê di 3'ê xalan de bikin rapor û bi raya giştî a Ewropayê re parvebikin, bixin rojeva cîhanê û derbasî pêvajoya hûqûqî bibin. Heyet piştî lêkolînê dê derbasî Kobanê bibin û xebatên înşakirinê a ku salek dane despêkirin wê bidomînin. Endama Yekîtiyên Parêzerên Demokrat ên Îtalî Martîna Yankî diyar kir ku ew wek delegesyona enternasyonal pêvajoyek dirêje di înşakirina Kobanê de cih digrin û wiha got: "Em dibînin ku Kobanêyek din li Cizîrê tê jiyan kirin. Em hatin û bi çavê xwe me dît. Dîmenên Cizîrê Kobanê anî bîra me. Ev kolanan wekî ku ji aliyê dagirkeran ve bi armancê dagrikirinê hatiye êrîşkirin diyar dike."

'Hikûmet ji bo xwe tiştên baş nake'

Martîna destnîşan kir ku Tirkiyê dervî zagonên xwe bi biryara 8 rojan qedexe danîna derketina kolanan dijberî zagona bingehîne û anî ziman ku li Cizîrê bi temamî zagon hatî binpêkirin. Martîn diyar kir Tirkiyê ku berendama Ewropayê ye bi bûyerên ku li welatiyên xwe daye jiyan kirin xeteyên mezin pêk aniye. Martîna balkişand ku hikûmetek ku li tevahî cîhanê peyman daniye û li aliyê din dijî zagonê xwe tevgeriya ye û wiha pêde çû: "Bûyerên ku hatine jiyan kirin dê hemû bên belgekirin, ji bo xeta hikûmetê em difikirin ku Tirkiyê ber bi cihek baş ve naçe. Eger rewş wiha dombike dê ji bo rojên xirab li bendê Tirkiyê be û ji bo hikûmetê jî dê xirab bibe." Martîna diyar kir ku îhlalên zagonî a ku pêk tên di merheleyên dirêj re derbas dibin lê adelet dereng be jî dê cihê xwe bigre û anî ziman bêy ku dereng bibe, divê kesên sûçdar bên darizandin.

'Tirkiyê xeletiyêk mezin kir'

Endama Komelaya Yabasta Bolonya Parêzer Sara Montînaro bilêvkir ku gelê Cizîrê rastî binpêkirina zagonî hatî û ji ber vê divê di qadê zagonî de têkoşîn bê despêkirin. Sara balkişand ser gotina Serokomar ya 'Li Cizîrê qetilama sivîlan tune ye' û wiha got: "Tevî me ji Îtalyanê komek a rojnamevan hatin. Ji bûyerê zarokê 35 rojî heya bûyerên din me girt qeydê. Hin gotin dibe ku sûdê bide Tirkiyê lê mirovên cîhanê bi vê yekê bawernake. Bi nûçeyên ku em çêkin em ê xeletiya ku Tirkiyê pêk aniye ji hemû cîhanê re bidin bihîstandin."

'Hikûmet naxwaze kiryarên dike were bihîstandin'

Sara destnîşan kir ku hikûmet polîtîkayek ku welêt ber bi aloziyek mezin ve bibe dişopîne û wiha pêde çû: "Di vê xalê de divê hikûmet gavên rast bavêje. An dê piştî pêvajoyek hikûmet jî rastî ne hiqûqên hindirîn were. Divê hikûmet bibe asteng ji vê yekê re." Sara di dawiyê de wiha got: "Ji bo ku em derbasî Kobanê bibin em hatin lê Tirkiyê bû asteng. Ji bo ku kiryarên dike neyê bihîstandin astangiyan didomîne. Lê em ji bo piştgirya hevalên xwe yê li Cizîrê li virin. Em ê her dem bi gelê Kurd re di nava piştgiriyê de bin."

(rc)