Tedawiya Berxwedanê li Cizîrê birîndar bûyî berdewam dike
14:07
JINHA
ŞIRNEX - Tedawiya Berxwedan ê yek salî di dema berxwedana Cizîrê de li ber sînga diya xwe Zeynep Taşkina hatî qetilkirin birîndar bûyî û Zehra Bartan a li Şirnexê birîndar bûyî berdewam dike.
Tedawiya Berxedanê di dema dorpêça Cizîrê de li Taxa Nûr li ber singa dayîka xwe Zeynep Taşkina hatî qetilkirin bi parçeyên şeranpolan birîndar bûyî li Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê berdewam dike. Hat zanîn ku rewşa Berxwedanê 11 mehî berbi başiyê diçe. Zehra Bartan a 22 salî ku di 16'ê Îlonê de dema ku li Taxa Dîcleya Şirnexê polîs bi wesayîtên zirxî hewildane têkevin nava taxan di gulebaranê de ji lingê xwe birîndar bûyî jî li Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê berdewam dike. Hat zanîn ku Zehra li benda emelyatê tê rawestandin.
(zt)