'Jin bi sekna xwe nêrîna civakê guhert'
10:05
Dîdem Dozvan/JINHA
SERÊKANIYÊ - Asayîşa Jinên Rojava li bajarê Serêkaniyê bi hêzê xwe pirsgirêkê jinan çareser dikin û jinên bajêr ji vê yekê memnûnin. Rêveberiya Asayîşa Jinê ya bajêrê Serêkaniyê Xalya Berkel diyar kir ku ew wek Asayîşên Jin 100 doz çareser kirine.
Şoreşa Rojava a ku pêşengiya wê jin dike di her qadê civakê bi aweyek çalak tevlî dibe û pirsgirêkê civakê çareser dike. Asayîşa Jinên Rojava li bajarê Serêkaniyê ya Kantona Cizîrê bi hêzê xwe pirsgirêkê jinan çareser dikin. Derbarê xebatê de Rêveberiya Asayîşa Jinê ya bajarê Serêkaniyê Xalya Berkel diyar kir ku ew ji sala 2013'an de navenda asayîşê vekirine û ji 150 dozê ku hatine ber destê wan ew 100 doz çareser kirine.
'Jin bi sekna xwe nêrîna civakê guhert'
Xalya behsa girîngiya xebatên Asayîşa Jin a di nava civakê de kir û wiha got: "Dema me navenda Asayîşa Jin nû vekir kes pirsgirêkê xwe derbasî navendê nedikir, ji ber hişmendiya kevneşopiya civakê bawerî zêde nedidan jinê. Lê belê piştî şoreşa Rojava her kes bi çavê xwe vîn û berxwedaniya jinê dît. Ji ber vê yekê nêrîna civakê a li hember jinê û navendên ku jin lêne jî hat guhertin. Jin bi sekna xwe nêrîna civakê guhert. Niha êdî civak bi me bawer dike ku em pirsgirêkê wan di bingeh de çareser bikin û ji ber vê yekê pirsgirêkên xwe neqilî me dikin. Li gorî despêkê pirsgirêkê jinan jî kêm bûye. Pirsgirêkên ku tên ber me piraniya wan malbatîne û di demên kurt de em hewdidin çareser bikin. Heya niha nêzî 100 doz me wek asayîşên jin çareser kiriye, 25 doz Mala Jinê çareser kirî û 25 jî me neqlî dadgehê kir."
'Navenda Asayîşa Jinê cihê ku her jin pirsgirêkê xwe têde parvebikeye'
Xeyla diyar kir ku navenda Asayîşa Jin ji bo hemû jinan vekiriye û wiha domkir: "Em cardin bilêvdikin Asayîşa Jinê mala her jineke ku pirsgirêkê xwe tê de veke û çareser bike. Bi kedê şehîdan me ev navend vekirin, ji ber vê çi ji destê me tê ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê emê pêk bînin. Bi vî aweyî em ê bikaribin xwedî li kedê şehîdên xwe derên. Şehîdên me bi armanca avakirina civakek demokratîki, azad û wekhev jiyana xwe di vê rêde dan, emê jî şopdarê şehîdên xwe bin."
(rc)