'Em kit kit welat na hemû rûyê cîhanê dixwazin'
10:06
Nurcan Yalçin- Bêrîtan Canozer /JINHA
STENBOL - Di têkoşîna jinan de navek nû Rûyê Cîhanê yê Jinan: Jinan da zanîn ku ji bo ew bibin hêviya tevahiya jinan ketine rê û wiha gotin: "Ji bo ku em li gel jinên ku bûne mexdûrê şer Cizîrê bin, ji bo ku em li gel jinên ku li Hopa yê bune maxdûrê lehiyê û ji bo ku em êşê jinên ku li Somayê hevserê xwe wenda kirine parvebikin û ji bo ku em ji qetilama jinan re bêjin bese em hatin ba hev."
Jinên Rûyê Cîhanê di Têkoşîna Jinên Tirkiyê de bi nav û rengek nû derket qadan. Jinan bi gotina Vîrgînîa Woolf "Em kit kit welat na hemû rûyê cîhanê dixwazin" weke soza xeta jiyanê diyar kirine, li Stenbolê bi armanca jinên ku ji ber şer maxdûr bûne, li dijî qetilama jinan, hemû cûreyên şîdeta li ser jin, li dijî dagirkirina kedê jinê û ji bo hemû pirsgirêkên ku jin dijî re bêjin bese hatin ba hev. Jinên ku di serî de li Cizîrê, Mêrsîn, Soma, Hopa û Enqerê geriyane pirsgirêkê ku jin dijîn ji nêz ve dişopînin.
'Hemû jin di êşên ku dijîn de hevparin'
Ji Jinên Rûyê Cîhanê Sînem Şahîn armanca hatina ba hev wiha vegot: "Netew dewlet bi xêzkirina kit kit sînoran êşê jinan perçe nake û naguhere. Jinên ku li welatên cuda cuda dijîn êşê wan yekin û pirsgirêkên ku rû bi rû tên yekin. Ji ber vê em difikirin ku hemû jinên ser rûyê erdê dê li hember desthilatdariyê mêr dest bi koçbûnê bike. Ji ber vê yekê di bin navê kombûna tevahî jinên cîhanê me kampanyayê despêkê li Cizîrê da despêkirin. Em hewldidin hemû rengan bînin ba hev û nûnertiya wan avabikin."
'Maxdûrên şer ên herî bi êş jine'
Sînem diyar kir ku hikûmeta AKP'ê piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê şerê ku li dijî tevahî gel daye despêkirin li holê ye û wiha domkir: "Di heman demê de maxdûrê şer ya herî bi êş jin dijî. Ji bo ku em bibînin gelê Kurd çiqas dibe maxdûrê vî şerî, di serî de ji herêmê despêkirin ji bo me xwedî girîngiyek cûdaye. Wek jinên ku tevahî rûyê cîhanê dijîn li kur jinek tê maxdûr kirin divê em li wirbin. Ji ber ku di vê pêvajoyê de bûyera Ekîn Wan pêk hat. Bedenê gerîllayek jin bi aweyek tazî hat tehşîr kirin. Rewşa zarokê bi navê Alan û dayîka wî hat jiyan kirin. Rewşên ku dişibihin vê û pirsgirêkên ku jinên koçber dijîn em dixwazin balê bikşînin ser xalên bi vî aweyî." Sînem da zanîn ku wek Jinên Rûyê Cîhanê bêy ku sînoran nasbikin ne kit kit welat jin hemû rûyê cîhanê dixwazin û wiha got: "Ji bo ku em êşê tevahî jinan vebêjin me rêwîtiya despêkê ji Cizîrê pêk anî. Piştre jî me li Mêrsîn, Soma, Hopa û Enqere domand."
'Li dijî pirsgirêkên jinan dê têkoşîna me bidome'
Evrîm Gûnelî jî diyar kir ku Jinên Rûyê Cîhanê dê li qadên ku jin lê tê maxdûrkirin bin û wiha got: "Dema ku em çûbûn Cizîrê ne hêştin em derbasî bajêr bibin. Wê demê êşê jinan me ji nêz ve hîskir. Ji vir û pêve jî li hemû qadên ku jin lê heyî em dixwazin li wir bin. Em ê li gel jinên ku li Hopayê bûne maxdûrê şer, êşê jinên karker ên ku li Somayê hevserê xwe wenda kirin bin. Li Mêrsînê em ê ji bo doza Ozgecan û cînayetên jinan têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo vê têkoşînê em bang li tevahî jinên ku ser rûyê erdê dijîn dikin. Ji xwe Jinên Rûyê Cîhanê li hev komdibin ev yek mînakê vê yekê ye. Her cihê ku em biçinê em ê tiştên ku bişopînin bi belge bikin. Niha em nekaribin xwe bighînin tevahî jinên cîhanê jî di pêşerojê de em ê li gel tevahî jinên cîhanê bibin. Lê belê di serî de deng û pirsgirêkê jinên ku li ser vê erdîngeriyê dijîn divê em bilind bikin."
(rc)