Bi şev nîqaşkirina Rêverberiya Cewherî berdewam kir
13:55
JINHA
AMED - Çalakiya duh ji aliyê Reveberiya Heremî ya DBP hatibû dest pê kirin, nîqaşkirina rêveberiya cewherî heta serê sibê berdevam kir.
Reveberiya Heremî ya DBP bi durişmeya "Bi hevre ber bi rêveberiya cewherî ve" li Sumerparkê çalakî hatibû dest pê kirin. Nîqaşîn derbarê rêveberiya cewherî de heya serê sibê domkir. Bername bi tevlîbûna; Hevseroka Gişti yê DBP'ê Emîne Ayna, Berdevkê KJA Ayla Akat Ata, Hevserokê DTK'ê Hatîp Dicle û hevserokên şaredariyan berdewam kir. Piştî ku panêl hat dayîn Koma Dîcle Firatê derket ser dîkê. Hevserên şaredariyê û endamê meclîsê heya serê sibê rêveberiya cewherî nîqaş kirin.
Pişt daxuyaniya deklerasyonê bername dê îro bi çalakiya meşê berdewam bike.
(ha/rc)