Cizîrê dibêje 'bila vîna cewherî hem ya min hem jî ya Samsunê hebe' - HATE NÛKIRIN
14:53
Zeynep Akın/JINHA
ÊLIH - Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ditirsin li Cizîrê modela Kobanê a ku di dîroka cîhanê de cih girtiye pêk were, her wiha anî ziman ku divê ji xweseriya cewherî neyê tirsîn û wiha got: "Em dibêjin ku li vir her mirovek bi ziman û baweriya xwe dikare xwe îfade bike. Gelê Cizîrê dibêje; Ez vê yekê tenê ji bo xwe naxwezim. Bila vîna min a cewherî, rêvebira min a cewherî hebe lê bilê bila yê gelê Samsunê jî hebe."
Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ê ku di pêvajoya êrîşê Cizîrê de li ba gelbû pêvajoya êrîşê nirxand. Ayşe diyar kir ku di dîroka Kurdan de Cizîr rastî êrîşek mezin hatiye û li hember êrîşan gel berxwedaniyek mezin raber kiriye û wiha got: "Ji ber welatî ji malê xwe derdiketin dibûn hedefê sekvanan û ji aliyê polîsan ve dihatin qetilkirin. Li dijî vê cardin li hemû taxan mirov li ser piyan bûn û qedexeyan nasnedikirin. HDP'ê li Cizîrê dengê mezin girt û Cizîr di dîroka berxwedanê de xwedî cihek girînge. Hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo gelê Tirk xwedî navendek girînge. Ji ber ku Cizîr li hember vê rêveberiyêbû rêveberiya xwe ê xweser îlan kir."
Ayşe diyar kir ku rêveberiya xweser dewletê red nake, perçe nake û wiha pêde çû: "Xweserî hêviya yekbûnê avadike, xweserî demokrasiyê pêk tîne. Tiştê ku li Cizîrê gel dixwast pêk bîne bi xwe pirsgirêkê xwe tesbît bike û pêdiviyê xwe bi xwe çareser bike ye. Yanî tê wateya ku welî ango qeymaqamê ku bi fermanê Enqerê li vir tevbigere na, ez çi hîsdikim, pêdiviyê min bi çi heye û divê ez çawan bêm rêvebirin ezê li gorî wê bi xwe biryar bidim. Gelê Cizîrê vê yekê xwest û ji ber vê rastî ewqas êrîş hat."
'Li Cizîrê êrîş li ser vîn hebû û li dijî wê parastina cewherî hebû'
Ayşe bi lêvkir ku li Cizîrê şerek ya dijber tune bû dewlet êrîşê vîna gel dikir û wiha got: "Li Cizîrê êrîş li ser vîn hebû û li dijî wê parastina cewherî hebû. Diviya ew çek li hember gelê sivîl ne hatiba bikar anîn. Di şevek de me dît ku 12 top hatin avêtin. Êrîş bi temamî armanc dikir ku vîna gel bişkîne."
'Cizîrê dibêje;bila vîna cewherî hem ya min hem jî ya Semsûrê hebe'
Ayşe da zanîn ku li Cizîrê dixwastin vîna bi hezaran gel bişkînin û bi temamî ji holê rakin û got ku gel li dijî van êrîşan berxwedaniyek mezin a bi bawer û biryar nîşan daye. Ayşe destnîşan kir ku divê ji rêveberiyê xweser neyê tirsîn û revîn û wiha pêde çû: "Di bingeh de rêveberiya cewherî li dijî hêzên ku netew dewlet avakirine derketiye û rola sereke ya yekbûnê gelan a di qadê demokrasiyê de bi hêz dike. Em dibêjin ku li vir her mirovek bi ziman û baweriya xwe dikare xwe îfade bike. Gelê Cizîrê dibêje; Ez vê yekê tenê ji bo xwe naxwezim. Bila vîna min a cewherî, rêvebira min a cewherî hebe lê bilê bila yê gelê Samsunê jî hebe. Eger wiha be bûyerên li Hopa û Somayê hatiye jîn dibe ku pêk ne hatiba. Ji ber her kesê ku li herêmê xwe dijî dizane ka pêdiviya wan bi çi heye."
'Bi aweyek vekirî ev cînayetên AKP'ê ne'
Ayşe da zanîn ku gel êdî asîmlasyonê napejrîne û dixwaze di demek kinde pêvajoya çareserî bê despêkirin û wiha domkir: "Em ê rojek li ser masê rûnin lê wendahiya can pêk tê. Berpirsyariya vê yekê di hiqûqê de wê bê kirin. Gel ji daxwaza xwe dê gav paşve navêje. Daxwazê gel rewaye û divê ev yek bê zanîn, hemû berpirsyar dê werin darizandin. Ne tenê li hember dîrokê, li gorî hiqûqên navnetewî û mafên mirovahî dê bên darizandin. Ji ber sivîl hatin qetilkirin. Sivîlên ku hatine qetilkirin ne di encama pêvçûnê de bûn, ev cînayetên ku AKP'ê bi aweyek vekirî pêk aniye ye. Sucên mezin hatin kirin û hesabê vê yekê dê were girtin."
'Li Rojava Kobanê çibe li Bakûr jî Cizîr ew e'
Ayşe bi lêvkir ku Cizîr xwedî dîroka berxwedaniyê ye û got: "Cizîr ji bo Kurd û Tirkan weke semboleke. Li Rojava Kobanê çibe li Bakûr jî Cizîr ew e. Armanca wan li ser Cizîrê hemû vîn şikandinbû. Êrîş ne tenê li hember Cizîrê bû li hember tevahî Kurdistanê pêk hat. Xwestin bi vê êrîşê re peyama 'hûn li wir bi hêzbûn lê me we tune kir û êdî hûn nikarin vîna xwe li cihek din eşkere bikin' bû."
(rc)