Jin perwedeya bîrdozî dibînin
14:54
JINHA
EFRÎN - Endamên rêveberiya komînên jinan ên Kantona Efrînê dewreya xwe ya perwerdeyê ya bi navê “Şehîd Ekîn Wan”, bi dawî kir.
Piştî perwerdeya ku 25 endamên rêveberiya komînên jinan ên Kantona Efrînê tevlê bûn û 15 rojan dom kir, dewreya ku ji aliyê Akademiya Star a Zanist û Ramanê ve hatibû organîzekirin, bi merasîmekê bi dawî bû. Merasîma bidawîkirina dewreyê bi rêzgirtinê dest pêk kir. Piştre jî Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Bêrîvan Zîlan axivî û bidawîkirina dewreyê li beşdaran, pîroz kir. Bêrîvan di axaftina xwe de got ku beriya her tiştî divê jin xwe ji aliyê bîrdozî ve xurt bikin.
Piştre jinên ku beşdarî dewreyê bûne, perwerdeya xwe nirxandin û gotin ku wan di vê perwerdeyê de rastiya dîroka xwe nas kirin e û fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya ku daxwaza azadiya gelan û bi taybet jinan dike jî, nas kirine.
Jinan di dawiyê de jî soz dan ku ew ê her tiştê ku di perwerdeyê de dîtine û hemû rastiyên ku nas kirine, jiyanî bikin û bixin xizmeta jin û civakê.
Merasîm bi duruşmeyên jinan ên wek ”Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî”bi dawî bû.
Di dewreyê de, jinan li ser dersên girêdayî giringiya perwerdeyê, dîroka jinê û azadiya wê, hevjiyana azad, rêveberiya xweser, rastiya serokatiyê, civak, malbat û şerê taybet, perwerde dîtin.
(rc)