Yekîtiya Star navenda xwe li Şiyê vekir

15:00

JINHA

EFRÎN - Rêxistina Yekîtiya Star navendeke xwe li navçeya Şiyê bi merasîmekê vekirin.

Rêxistina Yekîtiya Star a navçeya Şiyê ya Efrînê li taxa Hesekê ya navçeyê navenda xwe bi merasîmekê vekir. Bi dehan jin û nûnerên Yekîtiya Star beşdarî merasîmê bûn. Jinan navend bi posterên Rêberê PKK'ê Abdulha Ocalan, alên Yekîtiya Star, TEV-DEM’ê xemiland. Bi dehan jinên ku tevlî vebûna navendê bûne bi cilên xwe ên herêmî reng dan qadê.

Merasîm bi rêzgiritinê dest pê kir û paşê Endama Yekîtiya Star Wehîda Xelîl, Endama TEV-DEM’ê Emîna Engîl û HEvseroka Şaredairya Gel a Navçeya Şiyê Zîlan Hecî Arif axivîn.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser rola jinan û pêşengiya wan di civakê de û gotin ku bi hezarên salan jin rastî sîstema desthildariya mêr hatiye û gotin ku jinan bi saya fikrê Abdullah Ocalan mafê xwe bi dest xistiye. Piştî axaftinan dayîkên aşîtiyê navenda Yekîtiya Star vekirin.

Di dawiya mersîmê de şahî hate lidarxistin.

(rc)