Jin ketin ser rêya Cizîrê

15:02

JINHA

STENBOL - Li ser banga Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, jin ketin ser rêya Cizîrê.

Li ser banga Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, jinên li Stenbolê li hev kom bûn, ji bo dîtina komkujiyê û destekdayîna jinên Cizîrî ketin ser rêya Cizîrê. Li ser navê jinên li ber Daîreya Zewicandinê ya Kadikoyê kom bûn, Ferda Sayin daxuyaniyek da û diyar kir ku jin wê bibin deng û zimanê aştiyê.

Ferda anî ziman ku li Cizîrê gel ji mafê xwe yê bingehîn ji mafê jiyanê bêpar hatiye hiştin û got, "Tîmên taybet ên bajar dorpêçkirin, gule li jin, zarok, extiyar û parlamenteran reşandin. Ji pitikê 35 rojî heta kalê 75 salî 23 kes hatin kuştin." Ferda diyar kir ku di vê rewşa li Kurdistanê şer diqewimî de li bajarên rojava jî êrîşên nîjadperestî rû didan û destnîşan kir ku ti hêz wê nikaribe li pêşiya aştiyê bibe asteng. Ferda ragihand ku jin wê li hemberî şer bibin yek.

Sevda Bayramoglû jî got, "Ev şer şerê dewletê ye" û da zanîn ku ji bo hembêzkirina jinên Cizîrî û parvekirina êşên wan, ew diçin Cizîrê û got, "Em ê di cejnê de bi hev re bin û bi hev re li dijî şer bisekinin." Sevgî Înce jî got, "Li Cizîrê 9 rojan dorpêçiyek hebû. Li wir komkujiyek hat kirin. Em jin dixwazin birînên jinên Cizîrî bipêçin û em ê li hemberî vî şerî bi hev re li ber xwe bidin. Nesrîn Koçyîgît da xuyakirin ku berpirsyarê vî şerî Erdogan û AKP'ê ye di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk çûye û anî ziman ku jin wê vî şerî bisekinînin.

Li dû daxuyaniyê jin bi 3 otobusan ketin ser rêya Cizîrê.

(rc)