Ayten yê ji aliyê hevserê xwe ve hatibû qetilkirin li Sêrtê hat veşartin
15:37
Îlon
19
/ 2015
JINHA
SÊRT - Ayten Yucel yê li Îsfeçê dijiya, serî li dadgeha Îsfeçê dabû û taleba tedbîra qanûnî kiribû. Taleba Ayten ne hatibû pejirandin ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin. Cenaze Ayten duh êvare anîn Amedê û îro li Sêrtê hat veşartin.
Li Îsveçê Stockholmê ji ber ku taleba Ayten ya tedbîra qanûnî nehatibû pejrandin ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin. Cenazê Ayten bi balafirê anîn Amedê û ji vir jî birin Sêrtê. Cenazeyê Ayten ji aliyê jinan û malbatê ve li goristana Şêxmûs hat veşartin. Ji bo sersaxiyê li navça Eruh ê kon hat vedan.
(ha/rc)