Jinên Şêxmeqsûd tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
16:05
JINHA
HELEB - Rêxistina Yekîtiya Star li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi armanca şermezarkirina tecîrda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 2 civîn lidarxistin.
Rêxistina Yekîtiya Star a Helebê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li taxa Şêxmeqsûd 2 civîn lidar xistin. Bi dehan jinên ku beşdarî civînê bibûn êrîşê dewleta Tirkiyê a li hember gelê Kurd şermezar kirin.
Civîn bi rêzigirtinê dest pê kir, paşê Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Viyan Yeşar axivî û êrîşê dewleta Tirkiyê a li hember gelê Kurd û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Viyan, da zanîn ku 5 meh in dewleta Tirkiyê tecrîdeke dijwar li ser Birêz Abdullah Ocalan ferz kiriye û nahêle parêzer hevdîtinan bi Ocalan re bikin û ev tişt anî ziman: “Pêwîste gelê kurd û bi taybet jin li dijî siyasetên dewleta Tirkiyê û bi armanca rakirina tacrîda li ser Oclan bikevin tevgerê."
Di civînan de sînafizyon li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hate temaşe kirin.
Herdû civîn bi dirşmeyan bi dawî bûn.
(rc)