Civîna Şaredariyên DBP'ê bi meş bi dawî bû
16:38
JINHA
AMED - Piştî civîna du rojan a şaredariyên DBP'ê, hevşaredar û rêveberên DBP'ê ber bi navçeya Sûrê ve meşiyan ku piştî îlana xwerêvebirinê rastî hewladan komkujiyan hatibû. Piştî meşê taxên meclîsan û Şaredariya Sûrê hate ziyaret kirin.
Civîna Şaredariyên DBP'ê ya bi durişmeya "Tev bi hevre ber bi Xwerêvebirinê" hate lidarxistin bi dawî bû. Piştî encamnameya civînê hate xwendin, hevserokên şaredariyan, rêveberên DBP'ê û gel ber bi navçeya Sûrê ve meşiyan ku bi rojan rastî êrîşên giran a polîsan hatibû. Piştî meşê hevşaredar û rêveberên DBP'ê çûn serdana meclîsên gel ên taxên Lalebey û Hasirli.
'Meclîsên taxan hîmê xwerêveberinê ye'
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak li Meclîsa Gel a Lalebeyê axivî û got meclîsên taxan hîmên bingehîn ên demokrasiyê ye. Gulten balê kişand ser mijara xwerêvebirinê û wiha berdewam kir: "Em dikarin bi gel re û bi awayek ku pêdiviyên wan li ber çav bigirin xebat bimeşînin. Meclîsên taxan û komele, hîmên bingehîn ên demokrasiyê ne."
Piştî serdana meclîsên taxan, Şaredariya Sûrê ku hevşaredarên wê hatine girtin hate ziyaret kirin.
(rc)