Jinên Elewî: Dixwazin qirkirina li Kerbelayê li Cizîrê bidin jiyan kirin

09:54

JINHA

ŞIRNEX - Jinên Elewiyên ku ji bo "Ji bo Cizîr nebe Kerbela" hatine Cizîrê bilêv kirin ku ew jinên herî êş kişandîne ji ber wê êşên li Cizîrê hatine jiyîn bi kuranî hîs dikin. Nûnera Komeleya Elewiyên Demokrat Hulya Yer got: "Ji ber ku Elewiyan li Kerbelayê serî netewan ji ber wê ser wan qirkirin kirin. Îro jî ji ber kurd li hember Erdogan û hişmendiya faşîzane serî natewînin ji bo wê ye bi qirkirinê re ru bi ru ne."

Rêxistinên Elewiyan bi duruşma "Ji bo ku Cizîr nebe Kerbela" bi armanca şêwirmendî û lêkolînê despêkê çun Amedê û paşê jî hatin Cizîrê. Ji Nûnerên Komeleya Elewiyên Demokrat Hulya Yer û Endama Desteya Rêvebera HDP'ê Hatice Altinişik qirkirinên li Cizîrê hatin kirin nirxandin. Hatice Altinişik diyar kir ku wan li Sura Amedê jî lêkolîn kiriye, bûyerên li wê hatine jiyîn ti ferqa wan ji bûyerên li Cizîrê hatîn jiyîn nînin û wiha domand: "Tişta me dîtî hovîtiya qirkirinê bû. Ev asta herî bilin a êrîşane. Dema ku êrîş ser Kobanê giran, wê demê ez li Kobanê bûm, niha jî dema ku li van deran digerim ez Kobanê hîs dikim. Berî em bên vêderê me nûçeyên girêdayî van bûyeran dixwendin, lê em hatin me li vêderê hovîtiya hatî kirin dît."

'Divê zarokên Cizîrê alîkariya derunî bibînin'

Hatice destnîşan kir ku qirkirina li Cizîrê kirine dê li ser her kesên li hemberî sarayê muxalîfin bikin û wiha berdewam kir: "Tiştên li vêderê kirin dikarin li Stenbol, Îzmîr û Enqerê jî bikin. Gladyoya ku sarayê armackirî tenê bi vê ve sînor namîne, duh mizgeft û cem eviyên me jî bombakirin. Nirxên ku ti pirsgirêka wan a siyasî neyî tine dikin. Ev jî hovîtiya dewletê nîşan dide. Nêrîna dewletê li kurdan çiye, li Elewiyan jî hemane, ji ber dewlet dixwaze herduyan jî tine bike."

'Ji bo ku Cizîr nebe Kerbela em hatine'

Nûnera Komeleya Elewiyên Demokrat Hulya Yer anî ziman ku ew weke Elewî ji êşan ne biyanîne û yên li vî welatî dijîn tiştên dijîn dişibin hev. Hulya da zanîn ku ew bi duruşma "Ji bo Cizîr nebe Kerbela" hatine Cizîrê û wiha got: "Ji ber hîna em êş û xemgîniya berî niha hezar û 400 salan me jiyan kirî û qirkirina Êzidiyan hîna dijîn. Ji bo ku Kerbelayek din neyê jiyîn me bedenê xwe kiriye siper û em hatine Cizîrê. Gelê me yê Cizîrê ne bi tenêye, li Stenbol, Dêrsim, Gimgim, Enqere û gelek deverên Tirkiyê me hem hîs kir û hem jî dan hîskirin. Di rastiyê de civaka Elewiyan di dîrokê de hem berxwedêr û hem jî muxalîf tê zanîn."

'Emê vê dewletê tehşîr bikin'

Hulya bilêv kir ku ew ne ji bo rapor amadekirinê ji bo hîn zêdetir bi kurahî hîskirina êşên gelên Cizîrê hîsbikin li vêderêne û wiha berdewam kir: "Ji ber ku em vê êşê herî zêde di kurahiyê de hîs kiriye em li vêderêne. Em bi hemû saziyên xwe ve hem li Kurdistan hem li Tirkiyê û hem jî li Ewrupayê derketin kolanan. Me nîşanda ku gelê Cizîrê nebitenê ye. Me got ku emê desturê nedin Kerbelayek din bê jiyîn. Emê vê dewletê û hişmendiya wê ya deshilatiyê tehşîr bikin. Yên ku serî li ber wan nadanin ser wan êrîşên faşîzane dikin. Emê van êrîşên wan li her qad û kolanan tehşîr bikin."

'Ji ber gelê Cizîrê jî serî nedanî qirkirin jiyan kir'

Hulya anî ziman ku ew xwe ji gelê Cizîrê cuda nabînin û wiha dom kir: "Ji ber ku di felsefeya Elewiyan de dibêje; 'Dema ku tu êşa yên ne ji xwe jiyan bikê wê demê tu mirovê." Li vêderê ne tenê Elewî hene yan ne, ev ne mijara gotinê ye. Dema ku gelê me yê Cizîrê li vêderê êşê dikişîne û dest tê dayîna ser vîna wan em weke Elewî li Stenbol, Dêrsim, Gimgim yan jî Edirneyê neçarin wê hîsbikin û li hember wê tindiyê seknekê nîşan bidin. Elewiyan li hember deshilatiya heyî serî netewandine û dê netewînin jî. Ji ber ku li Kerbelayê serî nedanîn qirkirin jiyan kirin. Îro ji ber ku gelê Cizîrê li hemberî Erdogan û hişmendiya faşîzmê serî nedanî bi qirkirinê re ru bi ruye."

'Divê gelê Cizîrê bi xwe xwe rêve bibe'

Hulya piştevaniya îlana rêveberiya cewherî kir û wiha pêde çu: "Mafê her gel û civakê yê herî xwezayî xwe rêvebirine. Em jî weke Komeleya Elewiyên Demokrat dixwazin bêjin ku em alîkariya vê pêvajoyê dikin û di heman demê de em parçeyek ji vê pêvajoyê ne. Ji ber ku di felsefa Elewiyan de ji rêveberiya hevdu ya cewherî re rêzdarî heye. Me jî bawerî û çanda xwe bi serê xwe jiyan kir. Dêrsim bajarek ê ku 300 salan xweser jiyan kiriye. Di wê pêvajoyê de ti pirsgirêk nebû, ji ber mirovan ji hev têdigihiştin û bi aramî bi hev re jiyan dikirin. Ji Enqerê yekê bişînin vêderê, ew pirsgirêkên me nizane. Ew ne ziman û ne jî çanda me dizanin, dê çawan ji bo me rêveberiyê bikin. Ger rêveberiyek baş kiribana îro gelê Cizîrê wiha nedibû. Kolanên Cizîrê ji yên Gazze yê derbas nedibûn. Ji ber wê jî vîna gel a hatî hilbijartin divê rêveberiyê ji gel re bike. Divê gelê Cizîrê bi xwe xwe rêve bibin. Em weke Komeleya Elewiyan piştevaniya vê pêvajoyê dikin."

(zt)