Li Stockholmê jinan çalakiya 'Ji Ocalan re Azadî' lidarxist

10:12

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Meclisa Çanda Aramê ya Jinan a Stockholmê ji bo azadiya Rêberê PKP'ê Abdullah Ocalan çalakî lidarxistin.

Jinên Kurdistanî yên endamên Meclîsa Jinên Kurd a Amara ya li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Meydana Sergelê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ala KCK'ê hatin hildan. Beşek ji çalakgerên jin jî li defê xistin û bi hev re sirûd û stranên bi Kurdî gotin. Jinan di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Tecrîda li ser Ocalan rakin" û "Ji Kurdistanê re aştî, ji Ocalan re azadî" qîriyan û der barê çalakiya xwe de belavok belav kirin.

(zt)