Rêwîtiya bi êş a zarokên penaber naqede
10:40
JINHA
STENBOL - Ji bo çuna Ewrupayê penaberên ku piraniya wan Suriyelîne bi rojane di otogara stenbolê de li benda derketina rê ne. Esma diyar kir ku ji ber şertên jiyana zor û cudahiya heyî naxwazin li Tirkiyê bijîn û wiha got: "Berê welatê me gelek xweş bû, lê şer derket. Ji ber şerê heyî em hatine li vêderê."
Bi hezaran penaberên ji ber şerê li welatê wan berdewam dike direvin 5 rojin li Otogara Esenlera Stenbolê li benda derbasbûnê ne. Penaberên ku piraniya wan ji Suriyê ne li mizgefta Komarê dimînin. Berî niha penaberan ser Egeyê re bot dikirîn û pê derbazî Yunanistanê dibûn, lê ji ber pirsgirêka ewlehiyê gelek penaber di deriyayê de xeniqîne êdî ew rê hatiye girtin. Malbata ku dema li Bodrumê siwarê botê bûyî zaroka wan xeniqiyî û li peravên deriyayê xwiyayî bi rojan di Tirkiyê de bû gundem. Ji ber van bûyeran penaber êdî ji rêyên deriyayê ditirsin û êdî rêyên bejayî dixebitînin, ji bo derbasbûnê 5 rojin bi hezaran penaber li Otogara Esenlera Stenbolê dimînin. Jin û zarokên ku herî zêde di şeran de bandor dibin li ser rêya bendêmayînê jî dixwazin êdî ji wê rewşê xilas bibin.
'Em êdî dixwazin weke mirovan bijîn'
Egîdê 15 salî diyar kir ku ew ji welatê xwe ji ber şer reviyan, li vî welatî jî nikarin bijîn û wiha domand: "Li vêderê derfetên xebatê gelek zorin. Bi qasî mirov bikar tahmûl bike nîne. Li Ewrupayê jiyan heye, li vêderê nîne. Li Helebê hemû malên me şewitandin. Ji xwe em mirovên ji şer reviyane hatineyîn. Em êdî dixwazin weke mirovan bijîn. Li welatê me şer heye. Em ji ber şer hatin li vêderê. Li Ewrupayê şertên jiyanê hîn baştirin. Mala me şewitandin, em jî hatin li vêderê. Xaltiya min û xwişka min çun Ewrupayê. Em jî dixwazim biçim gel xaltiya xwe. Xwişka min a mezin li wê zewiciye. Ez diçim dibistanê min refa 2'an dixwend. Berê gelek xweşbû lê şer derket."
'Em ji welatê xwe ji ber şer reviyan, li vêderê jî nikarîn bijîn'
Hemû zarokên penaber ji bo çuna Ewrupayê di nava xeyalên cuda denin, lê di dema rêwîtiyê de rastî jiyanek a jê bê hayîdar bûn hatin. Ji nava zarokan Azad wiha dibêje: "Ez 12 salîme. Ev 4 mehin li Tirkiyê me. Hemû malbata min çune Ewrupayê. Ez mehekê di karekê de xebitîm bi gotinên weke; 'Tu nexebitiyê perê min nedan.'" Zarokek dinê bi navê Azadê 16 salî jî da zanîn ku wî ti alîkarî nepejirandiye û wiha dom kir: "Ez di nava mizgeftê de dimam. Ez tenê ji bo pêdiviyên xwe diçum derê û dihatim, ji ber wê ez negirtim hindir. Yên ji bo xarina zarokan bigire derdiketin derveyî mizgeftê carekdin nedigirtin hindir, ez sedemên wê nizanim. Polîsan destur nedida me. Heyva Sor xwarin ji bo me dianî lê me nedixwar. Dema ku xwarin dida me wêneyê me dikişandin. Dixwestin wiha nêzî me bibin. Me xwarina wan nedixwest. Ez û birayê xwe em li Tirkiyê xebitîn nîvê perê me nedan me. Ji bo wê em dixwazin ji Tirkiyê biçin. Em ji ber şer ji welatê xwe reviyan, lê em nikarin li vêderê jî bijîn."
(zt)