PYD kongreya xwe ya 6. lidar dixe
11:19
JINHA
GIRKÊ LEGÊ - Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşmeya "Ji Rojava ber bi Sûriyeya demokratîk ve" kongreya xwe ya 6. lidar dixe. Kongreya ku ji her çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê gelek mêvan lê amade ne, dewam dike.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşmeya "Ji Rojava ber bi Sûriyeya demokratîk ve" kongreya xwe ya 6. lidar dixe. Kongreya ku ji her çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê gelek mêvan lê amade ne, dewam dike. 6. kongreya PYD'ê, bi dirûşmeya "Ji Rojava ber bi Sûriyeya demokratîk ve" li Navenad Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê destpê kir. Kongre bi beşdariya 300 delegeyên ji her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê, 300 mêvanên ji hemû hêz û partiyên Kurdistanî yên li Rojava, Bakûr, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, her wiha bi beşdariya mêvanên ji Ewropayê pêk tê.
Hevserokên PYD’ê Asya Ebdulha û Salih Muslim başdarî kongreyê dibin. Her wiha nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên sê kantonên Rojava, Hevserokên Meclîsên Zagonsaz û Rêveber, nûnerên TEV-DEM’ê û saziyên civakî yên sivîl jî wekî mêvan beşdarî kongreyê bûn.
Salona Kongreyê bi alên PYD’ê wêneyên têkoşeran û pankartên bi nivîsên "Siyaseta Demokratîk bingeha avakirina civaka demokratîk û ekolojîk e", "Bingeha rêveberiya xweseriya demokratîk siyaseta exlaqî û ekolojîk e", "Berxwedana Kobanê serketina nirxên mirovahî û niştimanî ne", "Zanist, rêveberî û rêxistin bingeha avakirina mirovên azad e" û "Rêya şehîdên me û fikrê Serokê me misogeriya azadiya gelane" hat xemilandin.
Ji bilî axaftinên hevserokên PYD'ê, wê Hevserokê kantona Cizîrê Humêdî Deham El-hadî, li ser navê YNK’ê Mele Bextiyar, li ser navê PDK’ê Kemal Kerkûkî, li ser navê Tevgera Goran endamê rêveberiya Tevgerê Zerdeşt Mele Hesen, li ser navê HDP’ê Selma Îrmak, her wiha wê li ser navê Kongreya Jinên Azad, Zehmetkêşanî Kurdistanê, Komele ya Kurdistanê, Sosyalistî Kurdistan, Tevgera Azadiya Kurdistanê, Partiya Rizgarî ya Kurdistanê, Partiya Kesek a Kurdistanê, Partiya Soran a Nerwij, Partiya Keskan a Danîmark, nûnerên Suryaniyên Kantona Cizîrê, Heyet El-Tenisîq a hêzên Veguhertina Demokratîk a Sûriyê, PDPKS û hin axaftinên wê bêne kirin.
Kongre bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Hevseroka PYD’ê Asya Ebdulah axaftina vekirinê kir. Kongre bi axaftina delege û mêvanan dewam dike.
(rc)