Li Baselê danasîna Weqfa Jinê ya Azad

11:52

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo nasandina Weqfa Jinê ya Azad a li Rojava, li bajarê Swîsre Baselê civînek hat lidarxistin. Meîke Nack a li civînê peyivî got, "Em bawerim ku wê ji aliyê aborî, tenduristî û psîkolojîk ve bibe alîkar."

Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî, li bajarê Swîsre Baselê, ji bo nasandina Weqfa Jinê ya Azad panelek hat lidarxistin. Gelek jin û dostên gelê Kurd beşdarî panelê bûn. Nûnera têkiliyên navneteweyî ya Weqfa Jinê ya Azad Meîke Nack a ji navenda li Qamişlo hat, li panelê axivî.

'Bala me li ser tevahiya civakê ye'

Meîke anî ziman ku Weqfa navenda wê li Qamişlo ye, li gelek deverên Şengal û Rojava xebatên xwe didomîne û armanca vê xebatê Weqfa Jinê ya Azad vegot. Meîke diyar kir ku Weqf ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî, psîkolojîk, civakî, tenduristî û perwerdeyê yên jin û zarokan dixebite.

Meîke da zanîn ku pirsgirêkên jin û zarokan pirsgirêkên tevahiya civakê eleqedar dikin e û got, "Bala me li ser tevahiya civakê ye." Meîke da xuyakirin ku xebatên weqfê tenê bi gelê Rojava re bi sînor nîne û destnîşan kir ku ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Ereb, Ermenî, Suryanî û civata Êzidî jî ew projeyan bi rê ve dibin.

'Em dixwazin azadiya jin û civakê biafrînin'

Meîke ragihand ku ji bo xebatên xwe berfireh bikin û bigihînin armanca xwe, ew dixwazin hîn bêhtir jinan tevlî vî karî bikin û diyar kir ku di gelek qadan de perwerde û xebatên wan hene, hem ji aliyê akademîk ve hem jî ji aliyê perwerdeya civakî ve ew xebatên xwe didomînin. Meîke anî ziman ku bi vî karê dimeşînin re ew dixwazin azadiya jin û civakê biafirînin. Meîke bal kişand ser şerê li Rojava û diyar kir ku li Rojava ji aliyê madî û akademîsyenan ve kêmaniyên wan hene. Meîke diyar kir ku ji bo ji holê rakirina van kêmaniyan wan bi saziyên alîkariyê yên li Ewropayê re diyalog çêkirine.

'Li gelek qadan gelek kêmasî hene, divê ji holê bê rakirin'

Meîke da zanîn ku bi saya berxwedana jinan gelê Ewropayê eleqeyeke mezin nîşanî Rojava didin û got, "Em di wê baweriyê de ne ku wê ji aliyê psîkolojîk, aborî û tenduristiyê ve bibe alîkar." Meîke ragihand ku gelê Ewropayê dixwaze di nava vê xebatê de cih bigire, lê nizane bi çi rengî û kîjan rêbazan û da zanîn ku di nava van mirovan de hemşîre, pedagog û mirovên ji aliyê perwerdeya pêşvebirina zarokan ve pispor in, hene. Meîke raghand ku ji bo xwe bigihînin mirovên pispor ew li Ewropayê panelan lidar dixin û bi gelek saziyan re têkiliyê datînin. Meîke da xuyakirin ku mirovên wê li Rojava bixebitin, hem wê Rojava nas bikin hem jî bi karê xwe re karibe alîkariyê bidin gelê li wir. Meîke got, "Bi vî rengî em dikarin têkiliyên navneteweyî xurttir bikin."

'Xebatên me bi Rojava re bi sînor nîne'

Meîke ragihan ku navenda Weqfa Jinê ya Azad li Qamişlo ye, lê belê xebatên wan tenê bi Qamişlo re bi sînor nînin, li tevahiya Kantona Cizîrê û li Şengalê dixebitin. Meîke da zanîn ku têkiliya wan a bi Şengalê re bi saya korîdora hatiye vekirin pêk tê. Meîke ragihand ku ji bo zarokên li Kobanê sêwî mane wan projeyek amade kirine û li Efrînê jî ji bo jinan dest bi xebatê kirine. Meîke diyar kir ku ew ê li Sûriyeyê jî xebatên xwe bimeşînin.

'Girîng e ciwan li vê qadê bi berpirsyarî rabin'

Meîke anî ziman ku ciwanên Kurd ji bo destekê bidin xebatên tên meşandin, divê bi berpirsyarî rabin û da zanîn ku di têkiliyên navneteweyî de ji tercûmaniyê heta gelek karên din ên li Ewropa û Rojava, dikarin bixebitin û berxwedana Rojava berfireh bikin.

Meîke da zanîn ku berxwedana li Rojava tê meşandin gelekî xurt e, dibe ku birçîbûn, mirin, şehadet rû bidin û diyar kir ku gelê li Rojava di nava pêvajoyeke gelekî giran de ye. Meîke got, "Divê em van polîtîkayên şer ên tên meşandin gelekî baş zanibin. Ji ber vê yekê jî pêwîste em şer û helwesta faşîst a dijmin qebûl nekin, li şûna reva ji xaka xwe, li Rojava vegerin, cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin û hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê civakî de li Rojava amade bin."

Panel bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.

(rc)