Li Mêrdînê ber bi herêmên qedexe ve sewqiyat
13:05
JINHA
MÊRDÎN - Şaxa ÎHD'a Mêrdînê ragihand ku li ser biryara walîtiya Mêrdînê "Herêmên Ewlehiyê yên Taybet" 6 meh hat dirêjkirin rê li ber înfazên bêdaraz vedike û da zanîn ku leşkeran dişînin herêmên hatine qedexekirî.
Şaxa ÎHD'a Mêrdînê der barê biryara walîtiya Mêrdînê ku gelek herêmên navçeyên Nisêbîn, Qoser, Şemrex, Midyad, Stewrê û Kerboranê wekî "Herêmên Ewlehiyê yên Taybet" 6 mehan dirêj kir daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎHD'ê ragihand ku gelek herêm ji welatiyên sivîl re hatine qedexekirin û da zanîn ku ev herêm heta 1'ê adara 2016'an hatine qedexekirin.
ÎHD'ê destnîşan kir ku bi vê biryarê re fikarên wan zêdetir bûye û daxuyand ku piştî dirêjkirina qedexeyê leşkeran ber bi herêmên qedexe ve dişînin. ÎHD'ê xwest ku walîtî vê biryara xwe paşve bikşîne û wiha got: "Bi qedexekirina herêman re rê li ber înfazên bêdaraz vedike. Bi vê biryarê re hewl didin welatiyan ji cih û warê wan bikin û azadiya rêwîtiya welatiyan tê astengkirin. Bi vê biryarê r esivîl hedef tên girtin."
(zt)