Mertalên zindiyên li Sasonê hatin binçavkirin anîn dadgehê
13:12
JINHA
ÊLIH - Di navê de Hevşaredarên Êlihê Gulistan Akel û Sabri Ozdemir jî heyî 83 kesên ji bo bibin mertalên zindi yên li li çoltara gundê Kelhesenê hatîn girtin birin dadgehê. Li ber dadgehê bi hezaran welatiyên kom bûne operason û binçavkirin protesto kirin.
Li navçeya Qabilcewzê ya Êlihê piştî pevçûn li çoltera gundikê Sinemergê yê gundê Kelhesenê derket, di nava wan de hevşaredarên Êlihê jî hebûn gelek welatî ber bi qada pevçûnê ve bi rê ketin. Leşkerên ku pêşiya mertalên zindî girtin, hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel, hevserokên DBP'ê yên ÊLihê Mehmet Candemîr û Songul Korkmaz, hevserokên HDP'ê yên Êlihê Barî Karaagaç û Rojda Surucu li gel nûçegihanên DÎHA yê 83 welatî hatibûn binçavkirin. Welatiyên li Fermandariya Tabura Qabilcewzê dihatin girtin komek jê di seatên serê sibê de destderxistin edliyeyê.
Piştî ku welatiyan bihîstin binçavkirî anîne edliyeyê li ber avahiyê kom bûn û sekna welatiyan a li ber avahiyê didome.
(zt)