Asya Ebdulah: Hêvîdar im kongereya me bibe hêza berxwedana gelan

13:30

JINHA

GIRGILEGÊ- Hevseroka PYD’ê Asya Ebdulah diyar kir ku gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn berxwedaneke bi rûmet dimeşîne û wiha axivî: “Em bi hêvîn e ku kongreya me bibe hêza berxwedan û têkoşîna gelan a ji bo Sûriyeya Demorkatîk û azad, mafê hemû gelê Sûriyeyê bê misogerkirin.”

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdulah axaftina vekirinê ya 6’emîn kongreya PYD’ê ku li bajaroka Rimêlanê ya Girkê Legê tê lidarxistin kir. Asya bi xêrhatina nûner, mêvanan û hem beşdarên kongreyê kir û ev tişt anî ziman: “Em bejna xwe li ber hemû berxwedêrên azadiyê yên ji bo mafê gelê Rojava û pêkanîna jiyana azad û hevbeş canê xwe dan ditewînin. Kongreya me ya îro bi saya têkoşîna wan û fedekariya gelê me û hemû pêkhateyên Rojava tê lidarxistin.”

Asya di berdewama axavtina xwe de ev tişt anî ziman: “Berxwedana gelê me ya di asta herî jor de dimeşe dê pêşeroja gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn destnîşan bike.” Asya bal kişand ser berxwedana bakûrê Kurdistanê û wiha pê de çû: “Li bakurê Kurdistanê berxwedaneke bi rûmet dimeşe, gelê me û di şexsê Cizîra Botan de berxwedaneke di asta herî jor de li dijî desthiladariyê pêk tînin.”

Asya têkoşîna jinan a di şoreşa Rojava de bi bîr xist û wiha domand: “Şoreşa Rojava şoreşa jinan gihand asta herî jor û bi berxwedana hêzên YPJ’ê û Tevgera Jinên Azad ên pêşengtiya şoreşa Rojava kirin, ji nû ve dîrok nivîsand. Îro li Kurdistanê û bi pêşengtiya jinan dîrok careke din xwe ji nû ve rêz dike û li dijî desthiladariya zilam jin dîroka azadiya xwe dinivîsin, her wiha dîroka azadiya gelan dinivîsin, berxwedana jinan bo mînak di nava hemû cîhanê de. Em di wê baweriyê de ne berxwedana tê kirin dê bigihêje asta herî jor.”

Asya, berxwedana hemû hêzên Kurdistanê silav kir û wiha dirêjayî da axaftina xwe: “Em berxwedana hemû hêzan û gelê xwe yên piştgiriya şoreşa Rojava dikin, silav dikin. Şoreşa Rojava bi armanca avakirina Sûriyeke demokratîk û jiyana azad ya li dijî hemû êrîşan pêk hatiye. Em hemû saziyên pîrozkirina kongreya PYD’ê pîroz kir silav kirin.”

Asya di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em bi hêvîne kongeya me û bi beşdarbûna hemû şandeyan bibe hêza berxwedana gel a avakirina Sûriyeya Demokratîk ku mafê hemû pêkhateyan biparêze.”

Piştî axaftina Asya Ebdulah bi dawî bû Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bi zimanên kurdî, erebî û ingilîzî bixêr hatine hemû beşdarên kongreyê kir û dest bi xwendina rapora siyasî bi zimanê kurdî kir.

(rc)