Selma Irmak: Kongraya PYD’ê netewî ye
13:32
JINHA
GIRGILEGÊ - Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak di kongreya PYD’ê de got: “Ev kongre, kongreyekî netewî ye û têde hemû nûnerên parçeyên Kurdistanê amade ne.”
Piştî ku nameya KCK’ê hate xwendin Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak axivî. Selma di axavtina xwe de got ku sedsala 21. bûye sedsaliya azadiya jin û ev yek bi saya berxwedana jinên Rojava pêk hatiye û destnîşan kir ku jinên Rojava nûnertiya azadiya tevahî jinên cîhanê dikin û wiha got: “Sedsala 20. Sedsala şerê birakujî bû. Tenê tekane rêya azadiya kurdan yekîtiye.”
Selma Kongreya PYD’ê weke konreyekî nîştîmanî û neteweyî bi navkir û da zanîn ku têde nûnerên her çar parçeyên Kurdîstanê amadebûne û kongre li tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha domand: “Carekî din Kurd wê ji bo dijmînan nebin leşker. Ji niha û pêde ji bo pêkanîna jiyanek hevbeş têkoşînê bidin meşandin.”
Selma diyar kir ku pêwîste her kes li ser felsefeya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bimeşe da ku karibe Netewa Demokratîk avabikin û nirxê mirovahiyê biparêzin. Selma bang li tevahî gelê kurd kir ku têkiliyên xwe bi cîhanê re xurt bikin û ev yek bi rêya piştgiriya şoreşa Rojava pêktê û bang kir ku demeke nêz de kongreya netewî ya Kurd were li darxistin.
Selma bal kişand ser şoreşa gelê Kurd a Bakûrê Kurdistanê ku ev 40 sale ji bo mafê xwe yê rewa têkoşînê didin meşandin û got: “Piştî çend salan a ji tekoşîna çekdarî meşa aşitiyê bi serkêşiya Rêber Apo destpêkir. Lê hikûmeta AKP’ê li gorî rûpîvanên aşitiyê tevnegeriya û berûvajî vê dijminahiya şoreşa Rojava kir û piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê kir. Dewleta Tirk li dijî avakirina statuyek Kurdî li Rojava polîtika da meşandin û niha jî li hemberî gelê kurd yê Cizîra Botan kiryarên hovane dimeşîne.”
Selma daxuyakirin ku polîsên AKP’ê gelek jin û zarok kuştine, lê tu carî gelê Kurd teslîm nebûye û her tîm berxwedana wî serketiye.
(rc)