Jin ber bi Cizîrê ve ketin rê

14:30

JINHA

MÊRDÎN - Bi sedan jinên ser banga BİKG'ê ji bo çuna Cizîrê kombûn di saetên serê sibê de ber bi Cizîrê ve ketin rê.

Bi sedan jinên ser banga Hewla Jinan a ji bo Aştiyê (BÎKG) ê ji çar aliyên Tirkiyê kom bûn ji Mêrdînê ber bi Cizîrê ve birêketin. Li avahiya KESK'ê piştî xwarina taştê bernama xwe ya 3 rojan aşkira kirin.

Li gorî bernamê vê êvarê dê li ber avahiya DBP'a Cizîrê daxuyanî bidin çapemeniyê. Paşê dê çalakiya dengderxistinê lidarbixin. Dê paşê mala şînê ya ji bo welatiyên di 9 rojên dorpêçê de jiyana xwe jidest dane hatî vedan ziyaret bikin.

Sibê dê jin biçin ser goristanê, paşê jî birîndaran ziyaret bikin. Nîvro di nava saet 13.00 - 15.00'an de bi jinên herêmê re li ser rêveberiya cewherî û salên 90'an nirxandinan bikin.

Her wiha bernameyek wan ji bo zarokan jî heye.

Dê roja sêşemê jî sê kom sê taxên şer lê giran hatîn jiyankirin Cudî, Nur û Yasefê ziyaret bikin.

Jinên ji Mêrdînê birêketin têpayîn ku di saet 15.00'an de li Cizîrê bin.

(zt)