Çapemeniya Azad Apê Musa bi qurnefilan bibîranî
14:53
JINHA
AMED - Çapemeniya Azad zaniyarê kurd Apê Musa li cihê lê hatî qetilkirin bibîranîn.
Zaniyarê kurd Musa Anter ku di 20'ê Îlona sala 1992'an de ji aliyê JİTEM'ê ve hat qetilkirin. Musa Anter li ser Cadeya Cumhuriyetê ya Seyran tepeyê li cihê ku hatibû qetilkirin hat bibîranîn. Di bîranînê de Cemiyeta Rojnamegerên Azad, xebatkarên Çapemeniya Azad, parlementerên HDP'ê Nursel Aydogan, Feleknas Uca, Hevserokê Navenda DBP'a Amedê Ali Şimşek, kurê Musa Anter Dicle Anter jî di navê de gelek kesan wêneyên xebatkarên çapemeniya azad ên di demên cuda de jiyana xwe jidest dane hilgirtin. Ser navê yên ji bo bîranînê kombûne Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hakki Boltan nirxandin kir. Hakki diyar kir ku înkar û îmha ne çareseriye tenê rêya çareseriyê diyalogin.
'Polîtîkayên înkar û îmhayê nehatine guhertin hîna berdewam dikin'
Hakki destnîşan kir ku yên Musa Anter qetilkirine hîna nehatine darezandin û wiha domand: "Em şahidên qetilkirina Apê Musa ne Apê Musa tu car aliyê rastiyan de taviz nedaye ji ber vê yekê Apê Musa hat qetil kirin. Yên îmha û înkar berdewam dikirin tahmula wan ji rastiyê re tune ne Apê Musa qetilkirin. Em niha li cihê ku Apê Musa hatiye qetilkirinin. bila herkes bizane ku em pênûsa Apê Musa li erdê nahelin weke ku hun jî dizanin Ev 23 salin hîna qatilên Apê Musa nehatine darizandin. Ev ji tê wê wateyê ku ka çiqas ji rastiyê ditirsin lê belê bila bizanin ku em şopdarên vê dozê ne heya qatilê Apê Musa neyên darizandin em dest ji vê dozê bernadin. Em Apê Musa bi rêzdari bibirtinin"
Endama Dîwana Serokatiya KCD'ê Mulkiye Birtane jî anî ziman ku ev doz doza rastiyê ye divê herkes vê baş bizane û wiha berdewam kir: "Çapemeniya azad taribun ronikir ev ji bi saya Apê Musa û yên weke wî ked dane çêbuye." Mulkiye dest nişan kir ku êrişa li hemberi çapemeniyê roj bi roj zêde dibin û wiha dom kir: "Gava em niha dinêrinê li Tirkiyeyê çapemenî her tim bi êrişan re ru bi ru ye û dibe hedefa diktatoran minaka herî berbi çav jî Apê Musa ye Apê Musa rastî her tim aşkere kirin tu car taviz nedan her tim şopdarê rastiyê bu; ew generalê çapemeniyê yên weke bi gotina wi generalên wi yên biçuk ser karin. Ew niha riya wi dişopinin. Em ji tariyê natirsin ji ber ku em şopdarên rastiyanin."
Hevserokê Navenda Partiya Herêmên Demokratik (DBP) a Amedê Ali Şimşek jî bal kişand ser keseyate Apê Musa û got ku heya qatilên Apê Musa neyên darezandin ew na rawestin.
Pişti axaftinan li cihê Apê Musa hatî qetilkirin ji bo şehîdên çapemeniya azad deqeyek rêz hat girtin û qurnefîl li wê hatin danîn.
Piştî bîranînê heyeta ku beşdarî çalakiyê bûyî ber bi Nisêbînê ve ketin rê.
(zyd/zt)