Koordînasiyona Yekîtiya Star kongre PYD’ê silav kir

14:55

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasiyona Yekîtiya Star bi boneya 6. Kongreya PYD’ê daxuyaniyek nivîskî weşandin û ragihandin ku PYD’e di şoreşa Rojava de rolek mezin leyistiye.

Koordînasiyona Yekîtiya Star bi armanca 6 kongra Partiya Yekîti û Demokrasî(PYD) bi daxuyaniyek nivîskî pîrozkir. Daxuyaniya nivîskî ya Koordînasiyona Yekîtiya Star wiha ye: "Em salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk pîroz dikin û 6’emîn kongra PYD’ê silav dikin. Gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê di demek hesas re derbas dibû û serkeftinên dîrokî bi hêza YPG û YPJ'ê hatin bi dest xistin. Wek partî PYD'ê rolek mezin di hemû pêvajoyê şoreşê de lîst û di nava şoreşê de PYD'ê xwedî yekem projeya çareserî û kedek mezin da nîşandan. Ji bo civakek azad li ser bingeha netewa demokratîk û azadiya jinê li ser hemû astan di warê dipilomasî û li qadên nav netewî de PYD'ê xwedî mîrasekî pir mezine, bi şehîdên xwe yên pêşeng wekî Heval Zîlan, Bavê Cudî, Osman, Îsa Hiso di rojên zor û zehmet de rastî êrîşên hovane yên nejadperestanû hêzên dijber di hatin.

Lê PYD'ê berûvajî wê bo xwedî rolek pêşeng ji bo ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratik û derxistina vîna gelan ya azadi yê. Bi sekna xwe û siyaseta xwe ya rast hemû hewildanên dijber vala derxistin. Ji bo sîstema hevserokatiya PYD'ê pêşengtiya xwe da nîşan dan û ev yek bo modêla herî bi nirx di nava hemû sazî û Rêxistinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de û bi taybet ji bo jin karibin di hemû qadên xebatê rola xwe ya pêşeng bilîze.

Careke din ji bo 6’emîn kongra PYD’ê re serkeftinê dixwazin û biryarên girînig ji bo pêşxistina siyesta demokratîk li ser bingeha netewa demokratîk û azadiya jinê bê çêkirin. Sîstema Xweseriya Demokratîk û çareseriya pirsgirêka Sûriyê derdixe û em salvergera 12’emîn ya damezrandina PYD’ê pîroz dikin.”

(rc)