Perwerda rêveberên komînên jinan bidawî bû
14:57
JINHA
EFRÎN- Rêxistina Yekîtiya Star a Efrînê dewreya perwerdeyê ya rêveberên komînên jinan bi merasîmekê bi dawî kir.
Rêxistina Yekîtiya Star a navçeya Şiyê ya Herêma Efrînê 7 rojan berê ji bo 11 rêveberên komînên jinan, dewreyeke perwerdeyê bi navê ‘Şehîd Jînda’ dest pê kir. Bi armanca bidawîkirina dewreyê merasîmeke hat lidar xistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de Rêvebera Yekîtiya Star a navçeya Şera Emîne Mehemed armanca vekirina dewreyên perwerdeyê ji bo endamên komînan anî ziman û da zanîn ku armanca wan ew e ku asta zanistiyê li gel jinan xurt bike da ku karibe rola xwe di avakirina civaka azad de bilîzin.
Emîne di berdewamiya axaftina xwe de got ku pêwêste jin azad bibe û wiha domand: "Eger jin azad nebe dê civak di bin bandora siyaseta kapîtalîzmê ya ku mafên jinan înkar dike de bimîne."
Di dawiya merasîmê de jinan soza pêkanîan karên xwe bi rêk û pêk ji bo avakirina civakeke azad û parastina mafên jinan dan.
(rc)