Li Surê jinan dest bi çalakiya nobetê kirin
15:07
JINHA
AMED - Rêxistinên jinan ên Amedê li Sura ku bûye hedefa êrîşan dest bi çalakiya nobetê ya dorveger kirin.
Li Sura ku bûye hedefa êrîşên polîsan ji bo ku şer çênebin jin ketin nava tevgerê. Dê sê rojan rêxistinên jinan li cihên şer lê giranbûne nobetê bigirin. Jin li Taxa harî ziyan dîtî Haserliyê kombûn û dest bi çalakiya nobetê kirin. Jinên ku li taxê kon vedan di navê de xebatkarên şaredariyê, jinên DBP'ê, Navenda Jinan DÎKASUM û Navenda Şêwirmendiya Jinan EPÎDEM jî heyî çalakiya nobetê dewir girtin.
Piştî vekirina kon bi şiştina kolanan jinan dest bi çalakiya xwe kirin diyar kirin ku dê li hember êrîşan taxan bernedin. Dê sibê saet di 10'an de nobetê dewrî komadinê ya jinan bikin.
(zt)