Mertalên zindî diçin Cudî
16:22
JINHA
ŞIRNEX - Komek qerebalix a ku di navê de parlementerên HDP'ê jî hene ji bo pêşî li operasonên leşkerî bigirin sibê diçin Çiyayê Cudî.
Hat zanîn ku ji duh êvarî ve li Çiyayê Cudiyê Şirnexê tevgera leşkerî heye. Li ser bihîstina agahiya operasonan di navê de parlementerên HDP'ê jî heyî komek qerebalix weke mertalên zindî diçin herêma operasonê. Parlementerên HDP'ê Leyla Birlik, Enise Guneyli, Mehmet Ali Aslan û Edip Berk li gel rêxistinên HDP û DBP'ê yên navend, navçe û bajarokan jî dinavê de gelek welatî ji bo bibin mertalên zindî diçin Çiyayê Cudî. Mertalên zindî dê sibê saet di 08.00'an de li ber rêxistina DBP'ê kom bibin û ji wê ber bi herêma operasonê ve biçin.
(zt)