Belavkarê rojnameyan Seyîthan Demir giran birîndar kirin

08:09

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê polîsan êrîşî pîrozbahiya Rêveberiya Cewherî kir. Polîsan di êrîşê de belavkarê Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Seyithan Demîr bi bombeya gazê ji serê wî de bi giranî birîndar kir.

Rêxistina HDP û DBP'ê ya Nisêbînê li Navenda Çand û Hunerê ya Mitanni berxwedana Cizîrê û rêveberiya cewherî pîroz kir. Di pîrozbahiyê de polîsan bi bombeyên gazê êrîşî girse kir. Polîsan di êrîşê de bombeyên gazê bikar anî û ketober bombeyên gazê avêt malan. Bi sedan kes ji ber bombeyên gazê bêzar bûn. Polîsan di êrîşa girsê de bombey gazê avêt serê Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Seyithan Demîr ê ku dema bi motorsîklet derbas dibû û bi giranî birîndar kir. Seyîthan ê ku bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Polîsên ku bi sedan bombeyên gazê avêtin nava girsê piştre ji taxê dûr ketin.

(zt)