Çalakiya jinan a nobetê li Taxa Hasırliyê berdewam dike

12:19

JINHA

AMED - Jin li Sura ku rastî êrîşên giran hatî nobetê digirin. Jinên di çalakiya nobetê de bang li her kesê kir ku di çalakiyan de cîh bigirin.

Ji bo ku li Sura di hedefa polîsan de şer çênebe jin ketin nava tevgerê. Dê sê rojan jinên Amedê li taxên şer lê giran hatîn jiyan kirin nobetê bigirin. Jinan duh li Taxa ku herî zêde ziyan dîtî Hasirliyê nobet girtin. Di nava yên di çalakiya nobetê de jinên xebatkarên Şaredariya Yenîşehîrê, jinên DBP'ê, Navenda Jinan DİKASUM Kadın Merkezi û Navenda Şêwirmendiya Jinan EPİDEM jî heyî gelek jin beşdarî çalakiya nobetê bûn. Dengbêjên jinên ji Mala Dengbêjan jî hantin beşdarî çalakiya nobetê bûn. Îro jî Meclisa Dayîkên Aştiyê nobet dewir girtin. Jinên ku beşdarî çalakiya nobetê bûn dan zanîn ku heya şer hebe ewê dest ji taxê bernedin û bang li hemû welatiyan kirin ku beşdarî çalakiya nobetê bibin.

(zt)