Li Cizîrê jinan mezarên kesên hatine qetilkirin ziyaret kirin

12:59

JINHA

ŞIRNEX - Bernama jinên li ser pêşengiya BİKG'ê hatine Cizîrê bi ziyareta gotistan û taxan berdewam dike.

Jinên Hewla Jinan a ji bo Aştiyê (BÎKG) ê mala taziyê a li Taxa Cudî a navçeya Cizîra Şirnexê ziyaret kirin. Ji wê jî derbazî gotistana 21 welatiyên di êrîşan de hatî qetilkirin ziyaret kirin. Li ser goristanê piştî êrzgirtina ji bo giyanê 21 kesên hatine qetilkirin ser navê BÎKG'ê Sevda Bayramoglu daxuyaniyek da. Sevda bilêv kir ku li hember hemû zilman înat ewê li gel Cizîrê bin û wiha domand: "Xwezî em ne ji bo miriyan di vê arîfeya cejnê de li vêderê bigihana hev, em di arîfeyek cejna ku me şanaziyên xwe bihev re par kiribana de biciviyana. Em jin şer naxwazin em aştiyê dixwazin."

Piştî ziyaretê jin derbazî taxa herî ziyan dîtî Yasefê bûn. Jinên ku bi awayê kom li malan geriyan, çun malên birîndar û kesên jiyana xwe jidest dane ziyaret kirin. Dê bernama jinan li Taxa Cudî bi rêveberiya cewherî, salên 90'an û konsepta şer berdewam bike.

(zt)