Dayîkên Aştiyê: Girtina cerdevanên nû nîşaneya qirkirinên nû ne
13:00
JINHA
AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê li dijî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir dê 5 hezar cerdevanên nû bigirin nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku vekirina kadroyên nû yên cerdevaniyê nîşaneya hovîtî û qatlîamên nû ne.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê li dijî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Selamî Altinok ê ku 5 hezar cerdevanên nû bigirin li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê daxuyanî da û nerazîbûn nîşan da. Li ser navê dayikan Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Raîfe Ozbey axivî û diyar kir ku vekirina kadroyên nû yên cerdevaniyê nîşaneya hovîtî û qatlîamên nû yên li Kurdistanê bên kirin e. Raîfe bilêv kir ku ew ê piştgiriyê bidin hemû gavên ku ji bo aştiyê tên avêtin lê AKP ji bo rawestandina şer tu gavan navêje, li şûna vê yekê vedigere dema rêveberiyên awarte.
'Ji miriyên me jî ditirsin'
Raîfe bang li cerdevanan kir û xwest ku li dijî xwîşk û birayên xwe şer nekin, dev ji çekan berdan û nirxandina "Di salên borî de ev yek bi kar anîn û bira bi bira dan kuştin lê vê carê bi ser nekevin" kir. Raîfe got ku li Gimgimê gorên HPG'iyan ji aliyê balafirên şer ve hatine bombebarankirin û wiha berdewam kir: "Zindiyên me aliyeke ji miriyên me jî ditirsin. Li hemberî cenazeyên me rêzê nîşan nadin û îşkence li wan dikin. Piştre jî qala misilmaniyê dikin. Ev misilmaniyeke çawa ye? Li îslamê de û hemû olan da li hemberî cenazeyan rêz tê nîşandan. Ew tiştekî wisa nakin."
Raîfe gotina Serokomar Tayyîp Erdogan "Ez 550 parlamenterên netewî û xwecihî dixwazim" a di mîtînga Stenbolê de anî ziman bi bîr xist û got ku parlamenterên kurd ên di nava AKP'ê de ji ber qatlîamên li Kurdistanê tên kirin heke îstîfa nekin dê dîrokê hesabê vê yekê bipirse.
(zt)