'Di şexsê Cizîrê de kiryarên ku di dîrokê de ne hatî kirin me dît'

13:30

Zeynep Akin/JINHA

ÊLIH - Songûl Kuzey bertek nîşanî konsepta şer a AKP'ê ya ku li hember gelê Kurd daye despêkirin da û diyar kir ku di şexsê Cizîrê de kiryarên ku di dîrokê de ne hatî kirin ew rasî hatine û got: "Li Cizîrê 10 roj mirov birçî, têhin û bê ceyran hatin hêştin. Sivîlên ku hatibûn qetilkirin di sarincê de hat girtin ev çi wîjdane."

Bertekê jinan a li hemberî konsepta şer ya AKP'ê her ku diçe zêde dibe. Sorgûl Kuzey ya ku li Taxa Rezan ya Êlihê dijî û bi xwe ji navçeya Cizîra Şirnexê ye bertek nîşanî polîtîkayê şer ya AKP'ê a ku li hember gelê Kurd pêk tîne da. Sorgûl destnîşan kir ku rawestandina şer bi yekîtiya gelan ve wê pêk were û wiha got: "Em wek gelê Kurd dibêjin êdî bese. Em naxwazin zarokê kes bimre. Em ne mecbûrin serê xwe li ber vî şerî bitewînin. Em bi vîna xwe yê azad dikarin xwe rêvebibin. Gel ji ber ku xwe rêvedibe û li berxwe dide ewqas rastî êrîşan tê. Li Cizîrê dewleta Tirk leşkerên sekvan li ser avahiyan bi cih kir û li hember gel şer da despêkirin. Mirov 10 roj birçî, têhin û bê ceyran hat hêştin. Sivîlên ku hatibûn qetilkirin di sarincê de hat girtin ev çi wîjdane."

'Şer ji bilî hilweşînê tu encamek din nade'

Songûl da zanîn ku şer ji bilî hilweşîn û xirab kirinê encamek din nade û wiha got: "Leşker jî gerîla jî birayên me ne, divê ev şer ji herdû alî ve bê rewastandin. Zarok li ber çavê dayîkê xwe tê kuştin ev çi wîjdane, tenê mirovên bê wîjdan dikare vê yekê bike. Em şer naxwazin lê ew jî di şer de îsrar dikin. Bila zanibin ku em ê dev ji têkoşîna xwe bernadin bi êrîş nikarin me tune bikin. Ji mezin heya zarokên me ên di landikê de dê têkoşîna xwe yê azadiyê heya dilopa xwîna xwe yê dawî bide. Bila bendê nebin ku em dev ji têkoşîna xwe berdin. Pereyên ku dewlet ji gel distîne dike çek û êrîşê gel dike. Tevahî gelê Kurd li ba gelê Cizîrê ye, gelê Cizîrê ne bi tenê ye."

'Bila xwîn raweste aştî pêk bê'

Mevlûde Şîmşek (50) a ku kurek wê leşkere, diyar kir ku li Kurdistanê her dem şer û mirin tê jîn û wiha got: "Bila xwîn bê rawestandin êdî, em aştî dixwazin. Gerîlla û leşker jî zarokê me ne, kurê min niha leşkere û xizmên min jî gerîlla ne." Mevlûde wiha domkir: "Kurê Erdogan dema ku pereyan dihêjmêre zarokên me yan leşkerin an jî gerîla ne. Kurê wî li ba wî ye lê zarokê me tîne pêş birê hev. Dema gerîla bimre em dimirin, dema ku leşker dimire jî em dimirin, ferq nake ji bo me. Bila aştî pêk were û ev xwîn raweste, jiyan dê hîn xweştir be û zarokên me bila bijîn êdî. Em bi aramî rakevin û tirsa di dilê mede bila xilas bibe. Li qetilîama Cizîrê binêrin, we li kuderê cîhanê dîtiye ku dayîkek cenazeyê zarokê xwe di sarincê de girtiye ku bêhin nede. Ev yek di dîrokê de jî ne hatiye dîtin lê me li Cizîrê dît."

'Pereyê min heba minê kurê xwe ne şandiba leşkeriyê'

Mevlûde diyar kir ku tevahî gelên ku li Tirkiyê dijîn weke hevin û wiha pêde çû: "Em kîn, fesadî û dijminahiyê naxwazin. Erdogan dê kengî qîrînên me bibhîse. Kurê xalê min a ku 8 heyve zewiciye hat kuştin, birayê hevserê min gerîlla ye û kurê min leşkere. Bihizirin ku kur û ap tînin pêşbirê hev." Mevlûde diyar kir ku ji ber 18' hezar tl yê wê nînbû û neçar maye bi zorê kurê xwe bişîne leşkeriyê û wiha domkir: "Eger perê min hebaya tu caran minê kurê xwe neşandiba leşkeriyê. Di pêvajoyek wiha de mirin li ber deriyê me ye û destê min ser dilê mine. Tu tirs ji tirsa dayîkek ku zarokê xwe wenda bike girantir nîne. Serok û Wezîr ji xwe re bi trilyonan dileyzin ez jî li vir bi tirs dijîm. Ji bo wan 18'e hezar ne tişte lê ez bi salane bixebitim jî nikarim ewqas pere berhev bikim. Ji ber pereyê min tune bû min kurê xwe şand leşkeriyê, ez nizam ka wê bi saxî vegere an na."

(rc)